Li Reqayê şaneyeke DAIŞ`ê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku wan şaneyeke DAIŞ'ê ku bi êrişa li dijî navenda wan a li Reqayê re têkildar e girt û bi wan re madeyên teqemeniyê girtin.

Li Reqayê şaneyeke DAIŞ`ê hate girtin
11 ÇILE, 2023   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî da zanîn ku wan di 9'ê vê Çileyê de şaneyeke DAIŞ'ê girtiye.

Navendê destnîşan kir ku piştî xebatên lêgerînê û şopandinê û delîlên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Reqayê bi dest xistine, Dezgeha Ewlehiya Giştî 5 kes girtin ku endamên şaneyekê ne û alîkarî daye şaneya terorîst a ku di 26`ê Kanûna 2022`yan de êriş navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojavayê Reqayê kiriye.

Navendê bibîr xist ku şaneya hatiye girtin, di çêkirina mayîn û bombeyan de pispor in û plan dikirin ku kiryarên terorîst li bajêr pêk bînin.

Her wiha navendê eşkere kir ku di operasyonan de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şaneyê re gelek madeyên teqemeniyê, zêdetirî 20 saiqeyên teqemeniyê, zêdetirî 240 mayînên lêzerî, telefonên destan û laptop, zêdetirî 250  çerxên elektrîkî ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin jî desteser kirine.