Li Sûriyeyê şerê modernîteya kapîtalîst li dijî modernîteya demokratîk -EHMED MIHEMED

Li Sûriyeyê şerê modernîteya kapîtalîst li dijî modernîteya demokratîk -EHMED MIHEMED
12 ÇILE, 2023   00:47

Pergala modernîteya kapîtalîst bi rêya ajandeyên xwe hewl dide ku modernîteya demokratîk a li Sûriyeyê bi pêş dikeve, tune bike û rê li pêşiya veguhertina demokratîk a bi pêşengiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire.

Li Sûriyeyê, şerê modernîteya kapîtalîst ê li dijî modernîteya demokratîk di lûtkeyê de tê meşandin. Modernîteya kapîtalîst dixwaze hegemoya xwe mayînde bike, ku piştî serhildana gelan “Bihara Ereban” a li dijî pergala netew-dewletê ku yek ji stûnên modernîteya kapîtalîst e, qels bû. Nexasim piştî ku di 12 salên aloziya Sûriyeyê de ya ku ji bo zanabûn ji bo temamkirina nexşerêya xwe li Rojhilata Navîn derxistiye, nikarî gelan teslîm bigire.

Mîna gelên din ên li hemberî pergalên zordest serî hildan, gelê Sûriyeyê jî li hember hikumê hikumeta Şamê serî hilda da û hewl da xwe ji pergala desthilatdar a ewlehiyê ya xwedî zihniyeta yek-partî, yek-al û yek-zimanî xilas bike û azadiyê û demokrasiyê pêk bîne.

Tevgera gel li Sûriyeyê ji aliyê amûrên modernîteya kapîtalîst ve bi rêbazên cuda hat çewistandin, hat polîtîzekirin û berê wê hat guhertin. Ev yek bi destê dewleta Tirk hat kirin û gihîşt asta destwerdana welatên biyanî û şerê hegemoniya cîhanê li ser xaka Sûriyeyê dest pê kir.

Li gorî bîlançoya herî dawî ya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ya ku di Adara 2022`yan de hatiye belavkirin, “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê (2011) ve, 610 hezar kes hatine kuştin, di encama êriş, topbarana domdar û teqînan de zêdetirî 2.1 milyon welatiyên sûriyeyî birîndar û astengdar bûne, nêzî 13 milyon sûriyeyî û di nav de bi sed hezaran zarok koçber bûne, binesazî, nexweşxane, dibistan, milkên taybet û giştî wêran bûne.”

Hikumeta Şamê ji destpêka tevgera gel di Adara 2011`an de, ji bo bêdengkirina gelê Sûriyeyê, astengkirina hewldanên guhertina hikumetê netewperest li welat, hemû derfetên xwe, saziyên ewlehiyê û mafyaya bi navê “Şebîha” tê naskirin, seferber kirin û ji Derayê bigire û heta taxên Şam û Humsê li dijî gelê Sûriyeyê komkujî pêk anîn.

Lê ev saziyên ewlehiyê û leşkerî di hewldanên xwe de bi bin ketin û nekarîn vîna sûriyeyiyên ku dixwestin guhertinê pêk bînin, bişikîne. Li ser wê yekê, pergala modernîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk bîne destwerdan kir, berê tevgera gel guherand û ew bi çek kir da ku rewabûnê bide hewldanên saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ku wan bikuje.

Ev erk dan dewleta cîranê Sûriyeyê, dewleta Tirk, ku sînorên xwe li pêşiya Sûriyeyiyan vekir da ku ji warên xwe koçber bibin û çete derbasî Sûriyeyê bibin û bi hinceta “piştgiriya şoreşê” çek derbasî Sûriyeyê kirin û welat ber bi şerê navxweyî ve bir.

Dewleta Tirk ji bo hedefgirtina opozîsyona rastîn a Sûriyeyê û pêkanîna çavnebariyên xwe li xaka Sûriyeyê di bin navê “Osmaniya Nû” de, çeteyên xwe bi kar anîn. Piştre ew çete li derveyî çarçoveya aloziya Sûriyê bi kar anîn da ku bejrewendiyên xwe pêk bîne mîna li Lîbya û Azerbeycanê kiriye. 

Rûsyayê jî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û bazirganî li Rojhilata Navîn biparêze, di Îlona 2015`an de destwerdana Sûriyeyê kir û piştgirî da hikumeta Şamê. Bi vê yekê hejmara aliyên ku mudaxelya Sûriyeyê kirin û li hember tevgera gel a Sûriyeyê sekinîn, zêde bû.

Ji bo Rûsya, Sûriye yek ji girîngtirîn şirîkên wê yê bazirganiyê ye û cihekî bikaranîna enerjî û çekên Rûsyayê ye, her wiha şirîkekî sûka enerjiyê ye ku dişîne cîhanê. Rûsyayê her wiha xwest ku li Sûriyeyê bi lêgerîna li gaz û petrolê îmtiyazên ku Sûriyeyê pêşkêşî wê kiriye, biparêze.

Lê piraniya sûriyeyiyan bi pey xefkên ku pergala modernîteya kapîtalîst ve jê re danîne, neketin. Hinekan qebûl nekir tevlî şerê navxweyî li Sûriyeyê bibin û li kêleka wan aliyan bisekinin û bibin amûrekê ji bo astengkirina guhertina li welat.

Her wiha li ser projeyekê xebitîn ku sûriyeyiyan ji şer, wêranî û girêdana bi hêzên modernîteya kapîtalîst ve dûr bixe. Pêkhateya Kurd û pêkhateyên din ên herêmê xeta sêyemîn esas girt û bi rêya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya ji Kobanê dest pê kiriye û li Efrîn, Qamişlo û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, dûrî desthilatê ketin.

Yên tev li vê şoreşê bûne di pêkanîna guhertinê di aliyên siyasî, leşkerî û civakî û hwd de bi israr bûn. Li pergaleke alternatîfê pergala navendîbûnê û mafên hemû pêkhateyan misoger bike dûrî zihniyeta desthilata mutleq a yek-partî, yek-al û yek-zimanî, geriyan.

Serkeftina şoreşê, bi xwe re pergaleke nû “Rêveberiya Xweser” afirand ku sûriyeyî bikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Vê projeyê hêvî da sûriyeyiyan ku çareseriyekê ji aloziyê re bibînin. Ev herêm ji bo bi hezaran sûriyeyiyan ku ji herêmên şer reviyane bû stargeh û gel li dora wê kom bû. Ji ber wê di hevkêşeya Sûriyeyê de ciheke girîng girt.

Şoreşê û pêkanîna guhertineke bingehîn dûrî desthilatê û hêzên modernîteya kapîtalîst, xwespartina vîn û hêzên civakî, çavnebariyên hêzên destwerdana Sûriyeyê kirine vala derxistin. Ji ber wê bi rêya çeteyên xwe dest bi hedefgirtina herêmê kir.

Dewleta Tirk a dagirker dest bi derbaskirina çeteyên “Cebhet El Nusra” ber bi herêmên şoreşê ve kir. Çeteyan di sala 2013`an de êrişî herêma Serêkaniyê kir, lê gelê herêmê li ber xwe da û ew neçarî teslîmbûnê kirin.

Piştî wê dewleta Tirk çeteyên DAIŞ`ê dehf dan ku êrişî herêmên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bikin, derî û sînorên xwe li pêşiya çeteyên DAIŞ`ê û bi hezaran çeteyên biyanî vekirin da ku derbasî Sûriyeyê bibin.

Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe spartin hêza xwe ya xweser û li hember wan planan sekinîn. Di 5 salan de li hember DAIŞ`ê şer kirin û qada herêmên Rêveberiya Xweser firehtir kir. Her wiha zemîna gelêrî ya ku bi vê projeyê bawer dike mezintir bû, piştî ku hêzên destwerdana Sûriyê kirine ji bo mayîna pergala heyî û rêgirtina li pêşiya guheritnê li hev kiribû.

Dewleta Tirk a endama NATO`yê ku DYA pêşengiya wê dike, hewldanên xwe ji bo rêgirtina li pêşiya pêşketin û belavkirina modela Rêveberiya Xweser ranawestandin. Di sala 2016`an de Cerablus dagir kir, da ku nehêle herêmên Rêveberiya Xweser bigihêjin hev û nehişt sûriyeyî di bin sîwana projeyekê de kom bibin ku dikare aloziyê çareser bike. Dûre bajarên Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kirin.

Rûsyayê jî fişarên li ser Rêveberiya Xweser dewam dike da ku teslîmî hikumeta Şamê bibe. Ji bo wê yekê bi rêya vekirina rê li êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, rêveberiya herêmê şantaj kir.

Ruxmî şerê dîrokî yê siyasî û leşkerî yê di navbera alî û hêzên destwerdana Sûriyeyê kirine de, tevî ku têkiliyên di navbera wan de bi nakok in û heta gihaşt asta şer jî, lê ji destpêka aloziyê ve li ser tunekirina hewldanên guhertina rejîma ku Sûriyeyê bi rêve dibe, li hev kirine.

Li gel van hemûyan jî, gelê Sûriyeyê yê bi guhertin û demokrasiyê bawer, hewldan û planên vegerandina rewşa Sûriyeyî wekî beriya sala 2011`an, red dike. Her wiha çavnebarî û planên hêzên destwerdana Sûriyeyê kirine jî red dike. Gelê Sûriyeyê tekez dike ku diyaloga sûriyeyî û nenavendîbûn, rêya yekane ya misogerkirina parastina yekitiya xaka Sûriyeyê û îradeya sûriyeyiyan û rêya bidawîkirina azarên sûriyeyiyan û bidawîkirina aloziya li welat e.

(şx)

ANHA