​​​​​​​Pêkhateyên Hesekê û Tebqayê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Pêkhateyên Hesekê û Tebqayê bang li hêzên navneteweyî kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan rawestînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin ji ber ku çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi azadiya wî ve girêdayî ye.

​​​​​​​Pêkhateyên Hesekê û Tebqayê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
10 ÇILE, 2023   00:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên nerênî yên li hember tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibin, li hember wê jî dewleta Tirk a dagirker daxwazên hevdîtinên wî bi parêzeran re red dike.

TEBQA

Der barê mijarê de endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê Suad Ebdo destnîşan kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan ne kiryarekî mirovî ye ku li hember fîlozofekî azadîxwaz were pêkanîn.

Suad wiha axivî: "Heta niha rêxistinên mirovî û dewlet der barê doza rêber Ocalan û azadiya wî de tu helwestên cidî nîşan nedane."

Suad teqezî bi şopandina fikrê rêber Ocalan û pêkanîna projeya wî ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê li seranserî Rojhilata Navîn da, ji bo ku komployên dewletên kapîtalîst têk bibin.

Her wiha, endama rêveber a Desteya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê Fatme Behbûh got: "Dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li ser rêber Ocalan giran dike û rê nade malbat û parêzerên wî ku wî bibînin, ev jî kiryarekî dermirovî ye."

Fatme destnîşan kir ku divê CPT'ê bi raporeke zelal rewşa girtîgeha Îmraliyê û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker eşkere bike.

Fatme bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bikevin tevgerê.

HESEKÊ

Her wiha, pêkhateyên kantona Hesekê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û banga bidawîkirina binpêkirinên li dijî wî kir.

Welatiya bi navê Losnak Kaforyan a ji pêkhateya Ermen got: "Dîlgirtina rêber Ocalan di Sibata 1999'an de ji aliyê dewleta Tirk ve binpêkirineke mafên mirovan e ji ber ku rêber Ocalan ji bo gelê xwe banga azadî û jiyaneke demokratîk dike."

Losnak wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya tecrîdê gel ji fikrê wî dûr bixe, lê belê fikrê wî azad e û di nav pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav dibe."

Bi mijarê ve girêdayî, welatiya bi navê Necah Qasim tecrîd şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo azadiya rêber Ocalan tev bigerin û soza şopandina fikrê rêber Ocalan da.

Welatiyê bi navê Ziyad Hesen ê ji pêkhateya Ereb bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember binpêkirinên li dijî rêber Ocalan şermezar kir û got: "Azadiya rêber Ocalan azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e, ji ber ku fikrê wî çareseriya hemû pirsgirêkên herêmê ye."

(mh)

ANHA