​​​​​​​Ji Parîsê heta Parîsê plangeriya dijî xeta jinê

Li Parîsê 10 sal beriya niha 3 pêşengên têkoşîna azadiyê jinê hatin şehîdxistin. Ev komkujî wekî parçeyek ji planên hedefkirina xeta azadiya jin hat binavkirin, nexasim piştî vê komkujiyê, li çar parçeyên Kurdistanê û herî dawî dîsa li Parîsê pêşengên jin hatin qetilkirin.

​​​​​​​Ji Parîsê heta Parîsê plangeriya dijî xeta jinê
9 ÇILE, 2023   01:51
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Îro salvegera 10`emîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê ye. Di encama vê komkujiyê de ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) şehîd bûn. Komkujî li paytexta Fransa Parîsê, bi destê îstîxbarata dewleta Tirk a qirker pêk hat. Piştî vê komkujiyê ne tenê li Ewropayê li Kurdistanê bi giştî êrişên li dijî pêşengên xeta azadiya jinê zêdetir bûn.

DI 2022ʹYAN DE, 18 JIN KIRIN HEDEF

20`ê Nîsanê, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov şervanên YPJ`ê Ranya Henan (Dilar Heleb), Rodîn Ebdilqadir Mihemd (Ronahî Kobanê) û Cîhan Nîdal Elî (Kobanî) li bajarê Kobanê şehîd xist.

30`yê Gulanê, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov şervana YPJ`ê Rehîme Xezalî (Mizgîn Botan) û kesayetê welatparêz Kesra Melek li gundê Sêgirka yê li bajarê Qamişlo şehîd xist.

2`yê Tîrmehê, dewleta Tirk bi balafira bê mirov li Reqayê Fermandar YPJʹê Sîham Muslim (Mizgîn Kobanê) kir hedef.

22`yê Tîrmehê, dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov li ser rêya bajarê Qamişlo – navçeya Tirbespiyê endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Antî Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, Fermandara YPJ`ê Roj Xabûr û şervana YAT`ê Barîn Botan şehîd xistin.

28`ê Tîrmehê, erebeyek Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsayê bi balafirên dewleta Tirk a dagirker hat hedefkirin. Di encamê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cîhan Mistefa, Selma Mistefa, Sara Hisên û Beşar Mihemed şehîd bûn.

9`ê Tebaxê, bi bombebarana balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li ser bendeke kontorlê ya Hêzên Xweparastinê  ya li bajarê Qamişlo, di nav de şervana Hêzên Erka Xweparastinê Hêvîn Osman (Dilsoz Tirbespiyê), bi giştî 4 şervanşehîd bûn.

18`ê Tebaxê, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov navenda perwerdekirina keçan a li gundê Şemoka yê bajarê Hesekê bombebaran kir, di encamê de 5 keç ên bi navê Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn, Diyane Elo û Silava Remedan şehîd bûn, 10 keç jî birîndar bûn.

27`ê Îlonê, dewleta Tirk a qirker li ser rêya di navbera navçeya Girkê Legê û bajarê Qamişlo de êrişeke hewayî pêk hat, di êrişê de Hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan Yilmaz Şero şehîd bûn.

LI BAŞÛR QEDEXEKIRINA NÛÇEYÊN BINPÊKIRINA MAFÊ JINAN

Li Başûrê Kurdistanê jin di nava malê û derve tên qetilkirin û îşkence li wan tê kirin. Li Başûr diyardeya pirjinanî, destdirêjî û zewicandina zarokan zêde bûye. Di zagonên hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê de qanûnên taybet ên parastina jinan tune ne, ji ber vê yekê bîlançoya şidet û qurbaniyan bilind dibe. Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê, li Başûrê Kurdistanê di navbera 2`ê Çile – 28`ê Kanûna 2022ʹyan de, herî kêm 54 jin hatine qetilkirin.

8`ê Hezîrana borî, Wezareta Rewşenbîrî ya Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê dayîna nûçeyên kuştin, xwekuştin û şewitandina jinan qedexe kir. Ev biryar jî bi hinceta ku `exlaqê civakê xirab dibe û bandoreke neyînî li civakê dike` da.

26`ê Hezîranê, Rêxistina Harîkarî Yasayî ya Jinan bi raporekê bîlançoya 6 mehên destpêkê yên salê weşand. Li gorî raporê, 29 jinan xwe şewistandin, 31 jinan bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da û 22 jin jî bi hinceta `namûsê` hatine qetilkirin.

4`ê Cotmehê, li Silêmaniyê bi destê MÎT a Tirk û hevkariya PDK`ê êrişeke çekdarî li dijî Aktîvîsta Jineolojiyê, Akademîsyen û Rojnamevan Nagîhan Akarsel pêk hat, Nagîhan Akarsel bi 11 guleyan şehîd xist.

LI BAKUR TEKOŞÎNA LI HEMBER TUNDIYÊ

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a faşist bi hemû awayan binpêkirina dijî jinên karker, siyasetmedar, çalakvan û rojnamevan dike. Di sala 2022`yan êrişên li dijî çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber çava bûn. Li gorî daneyên Platforma Em ê Pêşî li Ber Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP), di nava 11 mehan de 310 jin hatin qetilkirin û 222 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

16`ê Adarê, ji ber çalakiyên jinan ên 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê 24 jinên siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl binçav kirin. Ji jinan 7 di 18`ê Adarê de hatin girtin û yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Têkildarî girtina jinan Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê eşkere kir ku jin di bin çavan de rastî dan û stendinên xerab hatin, lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin.

8`ê Hezîranê, dewleta Tirk a faşîst li dijî rojnamevanan operasyoneke da destpêkirin û 20 rojnamevanên Kurd destgîr kirin. Di 16`ê Hezîranê de bi biryara dadgehê di nav de 4 jin, bi giştî 9 rojnamevan hatin girtin. Li gorî daneyên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP),  di 7 mehên 2022`yan de 161 binpêkirinên mafan li dijî rojnamegerên jin pêk hatine. 17 rojnamegerên jin di girtîgehê de ne, bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin.

3`yê Îlonê, Parlamentera HDP`ê Semra Guzel ji ber wêneyekê ku di sala 2017`an de kişandibû ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hat girtin.

17`ê Cotmehê, Dadgeha Cezayên Giran a Amedê cezayê 11 sal û 7 meh girtîgeh li Hevseroka KCD`ê û Parlementera HDP`ê Leyla Guven birî. Leyla Guven herî dawî ji 22`yê Kanûna 2020`yan di girtîgehê de ye.

20`ê Cotmehê, ji ber Hunermend Şîlan Dora strana 'Sê jinên Azad' di pîrozbahiya 8`ê Adarê gotibû, doz lê hate vekirin. Di encama darizandinê de salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

27`ê Cotmehêm Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber nirxandinên wê yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi biryara dadgehê hat girtin. Di 29`ê Kanûnê de 7 sal û 6 meh ceza lê birîn.

25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, jinan di bin dirûşma “Li hemberî her cure tundiya dewlet û zihniyeta mêr; `Jin, Jiyan, Azadî`”, “Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” û “Em li her derê li dijî tundiya mêr-dewlet, şer û xizaniyê ne” çalakî li dar xistin. Li Cizîrê Polîs êrişê meşa jinan kir û herî kêm 17 jin destgîr kirin. Li Wanê jî polîsan bi gaza îsotê êriş birin ser jinan. Li Agirî jî 5 jin girtin. Ajansa Mezopotamyayê di panorama salê de diyar kiribû ku di giştî çalakiyên 25`ê Mijdarê de 380 jin hatin binçavkirin.

29`ê Mijdarê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî TJAʹyê lêpirsîn da destpêkirin. Der barê 50 jinan de biryara destgîrkirinê hat dayîn. Li Amed, Mûş, Agirî, Dîlok, Sêrt, Stenbol û Îzmîr di nav de li 14 bajaran serdegirtinên malan çêbûn. Di encamê de 21 jin hatin binçavkirin. Ji jinên ku di 3`yê Kanûnê de derketin dadgehê 8 hatin girtin û ji bo 13`an jî biryara hefsa malê hate dayîn.

Li kêlek binçavkirin û girtinê, di girtîgehan de jin rastî tecawiz, destdirêjî û işkenceyê tên. Ji ber va sûcan hin jinan xwe ji dest da, ên nexweş jî destûra tedawîkirinê ji wan re nayê dayîn, herî dawî Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî (ÎHD) Nuray Çevirmen di 26`ê Mijdarê de ragihand ku li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn de 37 girtiyên nexweş ên jin hene: “Her ku diçe rewşa van girtiyên jin ên nexweş dijwartir dibe.”

LI ROJHILAT JÎ SERHILDAN

Li Rojhilatê Kurdistanê jin rojane ji aliyê dewleta Îranê ve rastî binpêkirinên dermirovî, pergala olperestî û şidandî tê. Di sala derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinan bi slogana “Jin, Jiyan, Azadî”dest bi serhildanê kir ku ya yekemîn di dîroka vê herêmê de ye.

Ev serhildan di 16`ê Îlonê ji ber qetilkirina Jina Kurd a 22 salî Jîna Emînî ji aliyê `Polîsên Exlaqî` ve dest pê kir. Dewleta Îranê bi şêwazên darvekirin, girtin, îşkencekirin û qetilkirin nêzî xwepêşanderan dibe.  

Tevî zext û binpêkirinên dewleta Îranê serhildan bi biryardarî dewam dike.

 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku di encama êrişên dewleta Îranê yên li dijî serhildêran Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, di nav de 47 zarok û 27 jin bi giştî 378 kes hatine qetilkirin, 16 hezar û 813 kes jî hatine binçavkirin ji wan herî kêm 524 xwendekar in.

Piştî 10 salan ji Komkujiya Yekemîn a Parîsê, dewleta Tirk a qirker 23`yê Kanûna 2022ʹyan, di dema ku amadekariyên çalakiyên salvegera 10`emîn a şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dihatin kirin, êrişeke çekdarî bire ser Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê û komkujî pêk anî. Di encamê de endama Konseya Rêveber a KCK`ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurehman Kizil hatin qetilkirin.

ANHA