​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk dewama komploya navneteweyî û komkujiyên Parîsê ye

Jinên Ereb û Kurd yên Qamişlo, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Ev êriş dewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û Komkujiyên Parîsê ye."

​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk dewama komploya navneteweyî û komkujiyên Parîsê ye
8 ÇILE, 2023   23:33
QAMIŞLO

Bertekên li ser şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Jinên ji pêkhateyên cuda yên Qamişlo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û çewlika mirîşkan ya li ser rêya gundê Mizgeftê yê li rojhilatê Tirbespiyê şermezar kirin. Di encama êrişa li Tirbespiyê de zarokek û 3 karkgerên çewilkê birîndar bûn û dûre yek ji karkeran ji ber birîna xwe şehîd bû.

/kr/uploads/files/2023/01/08/181538_-.webp

Têkildarî vê mijarê welatiya ji pêkhateya Ereb Menal Mihemed Temo got: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de bi taybetî jinan pêşngiya civakê dikin, dike armanc. Ev êriş wê, li dijî hemû jinên cîhanê ne."

`EM Ê LI QADÊN BERXWEDANÊ BIN`

/kr/uploads/files/2023/01/08/181446_-.webp

Welatiya ji pêkhateya Kurd Xedîce Ebas êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar kirin û got ew ê di berxwedanê dewam bikin û têkoşînê bilind bikin.

Her wiha Xedîce da zanîn ew radestî êrişên dewleta Tirk a dagirker nabin û wiha domand: "Bi şehadeta her jinekê re dê bi hezaran jinên din bikevin şûnê da ku doza xwe temam bikin û dê tirsa ji vîna jinan di zihniyeta dewleta Tirk a faşîst de bimîne. Ji ber em ê li qadên berxwedan bin."

/kr/uploads/files/2023/01/08/181636_-.webp

Welatiya ji pêkhateya Ereb Wefa El Hisên destnîşan kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser mezreya mirîşkan a li Tirbespiyê ya Qamişlo dewama komkujiya Duyem a Parîsê ye û ev tişt got: "Komkujiya Parîsê, rumxî zanîna sûcdarên wê,  bi destên veşartî hate kirin. lê êrişa li dijî Tirbespiyê li pêş çavên cîhanê hemû pêk hat, tevî ku sûcdarê wê dizanin, lê bê deng e."

Wefa bang li hemû jinan kir ku di têkoşîna li dijî dijminê hov de bibin yek  û got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker wê pêşketin û têkoşîna me ya jinan asteng neke."

/kr/uploads/files/2023/01/08/181507_-.webp

Welatiya bi navê Ayda El-Receb jî ku ji pêkhateya Ereb e wiha got: "Balafirên bêmirov ên  dewleta Tirk a dagirker  cudahiyê naxin navbera pêkhateyên herêmê, Kurd an jî Ereb di nav de. Nîşaneya vê yekê hedefgirtina Serwet Meter a dayika 5 zarokan bû ku li mezreyê ji bo debara malbata xwe dikir. Ev îsbateke din e ku dewleta Tirk a dagirker xeteriyeke mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike. Em bang li hemû jinan dikin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî vîna jina azad şermezar bikin."

Dayika şehîd Feysel, Fatme Hesen El-Casim jî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Ji ber ku rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke taybet dida jinan û îro jî jin yek ji stûnên şoreşa li Kurdistanê ye. Dewleta Tirk ji vîna jinan, çi xwendevan çi jî karker ditirse, tenê bila ji Rojava be."

/kr/uploads/files/2023/01/08/181522_-.webp

Fatimê êrişên ku li ser Rojava tên kirin red kir û ev êriş weke êrişên qirkirina jinan bi nav kir.

 Fatme êrişên li dijî Rojava şermezar kirin û got ew êriş bi armanca qirkirina jinan in.

(fr)

ANHA