Lihevkirina sêalî li dijî projeya nîştimanî-LEYLA MUSA

Lihevkirina sêalî li dijî projeya nîştimanî-LEYLA MUSA
9 ÇILE, 2023   00:38

Xuyaye ku hêmana demê yek ji girîngtirîn hêmanên sereke yên stratejî û siyaseta Rûsyayê ku li gorî mentiq û nêrîna rûsî ajande û berjewendiyên xwe pêk tîne. Li ser wê paşguhkirina dosyaya Sûriyê ji aliyê hêzên çalak ên bingehîn di aloziya Sûriyê de bi taybet DYA`yê, li Sûriyê bi kar anî.

Li ser vê bingehê, ji destpêka destwerdana wê di aloziya Sûriyê de û destekdayîna desthilata Şamê sala 2015`an, hewl da bi lez aloziyê li gorî berjewendiya hevalbenda xwe bi dawî bike.

Destpêkê, êrişên hewayî zêde kirin û erdnîgariya desthilata Şamê ji dest daye, bi rêya gera Soçiyê li gorî gelek bazaran bi aliyê Tirk re, vegerand.

Ji bo rewabûnê bide hevalbenda xwe ku sala 2015`an nêz mabû hilweşiya, dosyaya vegerandina penaberan bi kar anî û bi rêya lidarxistina 2 kongreyên navneteweyî li Şamê têkildarî rêbazên vegerandina penaberan, propaganada kir ku rewş li Sûriyê hêdî hêdî xwezayî dibe.

Tenê wisa nekir, lê belê hewl da Şamê vegerîne derdora wê ya erebî û kursiya wê ya di Yekitiya Erebî de, lê dîsa mîna hewldanên berê bi ser neket.

Îro jî hewldanên Rûsyayê di encama şerê Ukraynayê de di pêvajoyên gelek hesas re derbas dibin. Niha hewl dide Enqere û Şamê bigihîne hev ku hev du bi terorê û paranoya bi nav kirin.

Ji ber şert û mercên heyî û ji bo hebûna xwe li ser kursiyê biparêzin, her du neçar man li masaya diyalogê rûnin.

Rûsya di hewldanên xwe yên destpêkê de, şert û mercên herêmî û navneteweyî paşguh kirin û hewl da bilez ajandeyên xwe pêk bîne lê ev hewldanên wê bi ser neketin.

Lê em dikarin bêjin ku li hember gefa li ser hebûna wan a zordest di vir de mebesta min Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye di komkirina dijberan de li ser masayekê Rûsya bi ser ket.

Piştî 12 salan di ser aloziya Sûriyê derbas bû û tê de bi sed hezaran kes şehîd, birîndar bûn û bi milyonan koçber bûn. Piştî ku ji zêdetirî ji sedî 80 binesaziya welêt wêran bû, ji sedî 90 xelkê Sûriyê di bin xeta xizaniyê de ma, li rex tunebûna xebatên xizmetguzariyê mîna kehrebe, xwarin tenduristî, daketina nirxê lîreyê sûrî û gelek encamên din ên vê aloziyê, wan li hev kir ku Sûriyê vegerînin rewşa berê û daneyên heyî paşguh kirin.

Ev civîn niyet û sozên derew eşkere kirin ku nakokî û dijberî di navbera zordestan de tune ye, lê belê nakokî li ser berjewendî û destkeftiyên aborî ye. Her wiha gelan jî her tim dikin hicet da ku berjewendî, ajandeyên xwe pêk bînin û gelan wek kaxizeke zextê li hember hev du bikar bînin.

Îro hemû li ser armancekê li hev kir, ew jî ne çareserkirina aloziyê û nepêkanîna hêviyên gelê Sûriyê ye. Lê belê li ser tunekirina aliyên ku rêgezên şoreşa Sûriyê parastin û bûne nûnerê rastîn ê hêviyên gelê Sûriyê, Sûriye û mirovahî ji terora DAIŞ`ê parastin, li hember projeyên herêmî yên dagirkirinê di serî de projeya tirkî ya osmanî sekinîn, li hev kir.

Ruxmî ku daneyên heyî, nîşaneya nebiserketina wê civînê didin lê dîsa bûye rêgezeke bingehîn a fedakirina bi her tiştî li hember rêgirtina li pêşiya guhertinê û misogekirina desthilatê. Ev civîn me vedigerîne sala 1998`an û lihevkirina Edeneyê tîne bîra me. Ew lihevkirina bedbîn ku li gorî wê, rê ji Tirkiyê re hat vekirin ku mudaxeleya Sûriyê bike, piştre rêzafîlmê dayîna tawîzan dest pê kir. Destpêk Lîwa Skenderon bû, dûre vejandina osmaniya berê bi rêya pêkanîna Mîsaqê Millî. Ew destûra ku sala 1920`an li gorî wê sînorên Tirkiyê hatin xêzkirin û li ser wê û piştî binekftina xîlafeta osmaniyê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, Kemal Ataturk dest bi şerên serxwebûnê kir.

Rêzafilmê tawîzan, berdewam kir. Sala 2016`an sadsala lihevkirina Syks-Picot bû ku li gorî wê sînorên siyasî yên dewletên herêmê hatin xêzkirin. Hemwextî wê salvegera cenga Merc Dabiq bû (herêmeke nêzî Helebê) ku sala 1516`an pêk hatiye û di encamê de Tirk, desthilata Mamlîk bi bin xist û ji Tirkan re deriyên dagirkirin û firehbûnê li herêmê vebûn.

Tirkiyê li gorî cihê xwe yê joestratejîk û kaxizên fişarê yên di destê xwe de, bi hevkariya hêzên navneteweyî li hember hêviyên gelê şoreşger derket, Ezaz, Cerabuls û Babê ji DAIŞ`ê wergirt.

Sala 2018`an Efrîn li beramberî Xûtayê dagir kir. Herêma herî dawî ya li gorî rêzafilma radestkirinê hate dagirkirin, Serêkaniyê û Girê Spî bû ku sala 2019`an ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin.

Îro jî, heta ku Enqere projeya xwe ya Mîsaqê Millî bi rewabûna civata navneteweyî temam bike, avakirina herêma ewle (tampyon) dike hicet (sînorên herêma ewle heman sînorên mîna ku bi nav dike Wîlayeta Heleb li gorî Mîsaqê Millî ye).

Armanca wê yan jî pêkanîna xewna xwe ye, ya din têkbirina projeya nîştimanî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parastina hebûna pergalên dîktator ên zordest e, ya sêyemîn avakirina kamberekê ji îslamiyên tundraw li bakurê Sûriyê da ku destwerdana xwe di Sûriyê de mayinde bike. Piştre Sûriyê bike wîlayeteke Tirkiyê. Mîna ku her herêmek dagir kir û bi waliyekî tirkî ve girê da.

Ji wan herî girîng, bakurê Sûriyê ku tê de Ixwan Musilmîn, El Qaîda û DAIŞ`ê hene li ser mirovahiyê bi giştî xetere ye û di destê Tirkiyê de kaxizeke zextê ye ku pê civata navneteweyî şantajî dike da ku berjewendiyên xwe pêk bîne mîna ku niha dike û Ewropa bi kaxiza penaberên sûrî şantaj dike.

Hewldanên heyî, di çarçoveya şantanjê, tawîzan û razîkirina pozbilindiya hêzên dîktator de li ser hesabê gelan e. Gavên têne avêtin jî, girtekên taktîkî yên demkî ne da ku alozî berdewam bike ta ku berjewendî dabîn bibin. Lê çareseriyên bingehîn tune ne.

Di dayîna nexşeya Sûriyê ya pêşerojê de gelê Sûriyê xala diyarker e. Her çareseriyek li dijî gel, dê bi bin keve. Xwepêşandanên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û yên li dijî normalîzekirinê ne, li ser vê îsbat e.

Yanî dê gelê Sûriyê bibe qurbana terorê û paranoyayê di mezovaniya Moskovê de.

(şx)