​​​​​​​Firqeya 4′an şêniyên Xûtaya Şamê neçarî valakirina malên wan dike

Endamên Firqeya 4′an xwediyên malên li herêma Medemiye Şam a girêdayî Şamê hişyar kirin ku malên xwe vala bikin û eger dernekevin jî dê bi zorê werin derxistin.

​​​​​​​Firqeya 4′an şêniyên Xûtaya Şamê neçarî valakirina malên wan dike
5 ÇILE, 2023   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), endamên Firqeya 4′an a girêdayî hikumeta Şamê vê sibê xwediyên 3 malên li nêzî mizgefta El Emîn a li derdora Medemiye Şam ya li paytexta Sûriyê Şamê agahdar kirin ku malên xwe vala bikin.

Endamên Firqeya 4’an, bi hinceta ku herêma nîvleşkerî ye, baregeh lê hene û dibe ku Îsraîl êrişî wan bike, şênî agahdar kirin ku herî dereng heta êvara şemiyê malên xwe vala bikin.

Li gorî çavkaniyên SOHR′ê, armanc ji valakirina malan ew e ku nuqteyên leşkerî zêde bikin û nuqteyên nobetdariyê yên Firqeya 4′an li derdora taxên niştecihan çêkin.

Mal bi awayekî beşî hatibûn wêrankirin, lê piştî pêkhatina "lihevkirinan" û serweriya hikumeta Şamê, xelk vegerî malên xwe û ji nû ve restore kirin.

Endamên Firqeya 4′an dibêjin ger radestkirina malan dereng bimîne, dê bi hinceta pêkneanîna fermanên ku dikevin xizmeta "berjewendiya giştî" xwediyên wan malan werin lêpirsînkirin û girtin.

Ev yek di çarçoveya tengavkirina welatiyan, qewitandina wan ji malên wan ji bo karên leşkerî ji aliyê hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê ve pêk tê.

(fr)