​​​​​​​QSD: Îdiayên têkildarî şehadeta şervanên me ne rast in

Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyand ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehîdbûna 22 şervanên wan ne rast in.

​​​​​​​QSD: Îdiayên têkildarî şehadeta şervanên me ne rast in
5 ÇILE, 2023   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek parve kir.

QSD’ê wiha da zanîn: “Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker bi rêya hesabên xwe yên fermî îdia kir ku rojên 2 û 5`ê Çileyê 22 şervanên me şehîd bûne. Ev îdia ne rast in.”

(cx)