​​​​​​​Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tecrîd şermezar kir

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza şopandina rêya şehîdan û fikrê rêber Abdullah Ocalan heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, serkeftinê û rizgarkirina hemû herêmê dagirkirî da.

​​​​​​​Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tecrîd şermezar kir
5 ÇILE, 2023   10:03
 HELEB

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan îro bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li pêşiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kir. Berdevka Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fatme Îbo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin rêber Abdullah Ocalan bûye jêdereke fikrî û siyasî û armanca tecrîda li ser hatiye kirin jî, şikandina vîna gelê Kurd e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk heta niha fêm nekiriye ku tevî tecrîdê jî gel li ser şopa fikr û felsefeya rêber Ocalan e.

Di dauxyaniyê de hate destnîşankirin ku çareseriya doza Kurd, pêkanîna aştî û îstiqrarê li herêmê girêdayî azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêgeza şehîdan û fikrê rêber Abdullah Ocalan, mîrasa şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî hate dayîn.

(şx)

ANHA