Mehmet Ocalan: Mifteya çareseriyê rêber Ocalan e

Mehmet Ocalan ê birayê rêber Abdullah Ocalan got "Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e û divê deriyên Îmraliyê tavilê bêne vekirin.”

Mehmet Ocalan: Mifteya çareseriyê rêber Ocalan e
5 ÇILE, 2023   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

2 sal e agahî rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Têkildarî mijarê Mehmet Ocalan ji ANF'ê re axivî.

Mehmet Ocalan got têkildarî rêber Ocalan hiqûq û edalet bi cih nayê anîn û destnîşan kir ku li pişt vê tecrîda giran, daxwaza dewlet û desthilatdariyê ya ji bo neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye.

Mehmet Ocalan wiha axivî: "Wek kesê ku herî zêde ji bo hevdîtinê çûye Îmraliyê karim vê bibêjim; Abdullah Ocalan 22 sal e ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkyeyê hewl dide. Lê belê dewlet jî hikumet jî vê naxwazin. Ji ber ku ji neçareseriyê sûdê werdigirin. Desthilatdariya xwe li ser vê yekê dewam dikin."

'EGER BI CPT RE HEVDÎTIN NEKIRIBE, EV YEK NERAZÎBÛNEK E'

Mehmet Ocalan diyar kir ku herî zêde kekê wî nerazîbûn nîşanî vê bêhiqûqiya bi rêk û pêk daye û ragihand ku di axaftina bi telefonê de ya nîvco ma, ev yek bi eşkere anî ziman. Mehmet Ocalan got: "Abdullah Ocalan bi telefonê bi rengekî eşkere destnîşan kir ku eger li Tirkiyeyê hiqûqek hebe divê ji bo wî jî derbas bibe. Pirsa 'kê te şand vê derê' ji min pirsî. Anî ziman ku di çarçoveya hiqûqê de divê karibe parêzerên xwe bibîne û got, 'Hûn şaşiyê dikin, dewlet jî şaşitiyê dike'. Dema ku min qala hincetên xwe dikir, telefon ji nişka ve qut bû."

Mehmet Ocalan anî ziman ku eger li gorî gotinan kekê wî hevdîtina bi CPT re qebûl nekiribe ev yek divê weke nerazîbûnek li hemberî polîtîkaya tecrîdê bê fêhmkirin û got: "Eger Abdullah Ocalan hevdîtin bi CPT’yê re nekiribe ev nerazîbûn e, nerazîbûneke mafdar e. Ji ber ku ji destpêkê ve berpirsyarê sîstema taybet a li Îmraliyê Ewropa, Amerîka û hêzên derve ne."

‘DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ TAVILÊ BÊN VEKIRIN’

Mehmet Ocalan diyar kir ku pirsgirêka Kurd êdî ji Tirkiyeyê jî derbas bûye û bi bîr xist ku kekê wî gelek caran ev bang kiriye: 'Werin em vê pirsgirêkê di navbera xwe de çareser bikin', lê belê desthilatdariyê xwe nedaye ber vê yekê.

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê deriyên Îmraliyê tavilê bêne vekirin û got: "Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê pirsgirêka Kurd e. Eger ev pirsgirêk di sala 2023'yan de bê çareserkirin hem ji aliyê demokratîk hem jî siyasî û aborî ve pirsgirêk wê bêne çareserkirin. Eger mifteya Îmraliyê bê vekirin wê meseleya Kurd bi rengekî demokratîk çareser bibe. Ev rastî hem ji bo desthilatdariya heyî hem jî ji bo muxalefetê derbas dibe, ku dixwaze bibe desthilatdar. Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e û divê deriyên Îmraliyê tavilê bêne vekirin."