​​​​​​​Rojnameyên erebî: ‘Opozîsyona Sûriyê’ bi fikar e ku Erdogan wê bifiroşe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa hevdîtinên dewleta Tirk û hikumeta Şamê, aloziya Lubnanê û şerê li Ukrayanyê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: ‘Opozîsyona Sûriyê’ bi fikar e ku Erdogan wê bifiroşe
5 ÇILE, 2023   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIŞTÎ BAZARA ERDOGAN Û EL ESED OPOZÎSYONA SÛRIYÊ AMADEHIYA PÊVAJOYEKE ZEHMET DIKE’

Têkildarî hevdîtinên Şam û Enqereyê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Li gel nezelalbûna bazara ku tê amadekirin a ku dê dawî li nakokiyên serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê Sûriyê Beşar El Esed bîne, hêzên opozîsyona Sûriyê ya siyasî û ya çekdar ên ku bi Tirkiyê re hevalbend in, di rewşeke bi fikar de ne.

Tê texmînkirin ku serokê Tirk bi rêya lihevkirina bi Şamê re, ji bilî berjewendiyên welatê xwe bi tiştekî din nafikire. Dibe ku Erdogan opozîsyona Sûriyê neçar bike ku bazarê qebûl bike. Ev yek dihêle ku opozîsyon rasterast bi rejîma El Esed re rû bi bû bimîne, bêyî ku garantî yan lihevkirineke zelal der barê tevlêkirina opozîsyonê di pêvajoya bê ya Sûriyê de, wergire. Her wiha nayê zanîn ku vegera wê dê di çarçoveya lihevkirineke sûrî-sûrî de be yan dê di çarçoveya vebijêrka ewlehiyê de nêzî wê bibe. Ev yek jî derfeteke mezin dide El Esed da ku hevrikên xwe tesfiye bike.

Çavdêr dibêjin xema Erdogan ew e ku bi El Esed re li ser parastina sînorê Tirkiyê, bi taybet ên di bin serweriya Kurdan de li hev bike. Heke garantiyan bi dest bixe jî dê hêsan be ku herêmên di bin serweriya opozîsyona heyî de radestî Şamê bike, bêyî ku li ser ewlehiya komên ku bi salan re pê re hevkar in, bigerin.

Çavdêr destnîşan dikin ku Erdogan ji bilî pêkanîna binpêkirineke mezin di vê dosyayê de ku dê gefê li çarenûsa wê di hilbijartinên bê de bixwe, bi tiştekî din nafikire, nemaze ku gelek Tirk berpirsyariya destwerdana li şerê navxweyî yê Sûriyê hildigirin ser wî. Her wiha hewandina bi milyonan penaberên Sûriyê dispêrin wî ku di encamê de rewşa debarê ya li welat xirab bû û rêjeya bêkariyê li gel Tirkan zêdetir bû."

‘REWŞA LUBNANÊ ALOZ E, DI HILBIJARTINA SEROKKOMAR DE JÎ TU PÊŞKETIN NÎN E’

Girêdayî rewşa Lubnanê, rojnameya Ukaz wiha nivisî: “Lubnanî li benda daxuyaniya serokê parlamentoyê Nebîh Berî ne ku dê tê de banga diyarkirina demeke nû ji bo lidarxistina hilbijartina serokkomar bike, ruxmî ku aliyên lubnanî hîna negihîştine lihevkirinê.

Endamê Bloka Berî ya parlamentoyê Qasim Haşim ji rojnameyê re diyar kir ku serokê parlamentoyê dê li ser bingeha erkê xwe yê nîştimanî û destûrî, tevî nakokiya di navbera aliyên lubnanî de, dîsa banga lidarxistina civîna ji bo hilbijartina serokkomarê nû bike.

Çavkaniyekî siyasî detayên aloziya di navbera aliyên lubnanî de eşkere kirin û got ew nakokî pêşiya hilbijartina serokkomarê welêt digirin û wiha dewam kir: “Ji aloziya parçebûna xiristiyanan bigire heta bigihêje Tevgera Emel û Hizbullahê yên şîe.”

Heman çavkanî diyar kir ku alozî di nava taîfeya sunnî de heye piştî ku biryara wê bi Seed El Herîrî ve girêdayî bû.”