Fîras Qesas li hember nêzîkbûna Şam-Enqereyê banga avakirina eniyekê kir

Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê Fîras Qesas destnîşan kir ku civîna sêalî ya wezîrên parastinê yên Tirkiye, Rûsya û hikumeta Şamê, li dijî azadiya gelê Sûriyê ye û hewldaneke xeternak ji bo jiholêrakirina vîna sûriyan e. Qesas got ev nêzîkbûn, firsendekê ji bo avakirina eniyeke şoreşgerî ya li gorî nirxên Rêveberiya Xweser çêdike.

Fîras Qesas li hember nêzîkbûna Şam-Enqereyê banga avakirina eniyekê kir
5 ÇILE, 2023   03:38
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL HEBÎB

Li paytexta Rûsyayê Moskovê 28`ê Kanûna borî wezîrên parastinê yên dewleta Tirk a dagirker Hulusî Akar, yê Rûsyayê Sergy Şoygu û yê hikumeta Şamê Elî Mehmûd Ebas tevî serokên îstîxbaratê yên her sê dewletan li hev civiyan.

/kr/uploads/files/2023/01/04/182212_-.webp

Der barê civînê de muxalifê sûrî û serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê Fîras Qesas got: “Tenê em dikarin vê civînê wek sazkirina helwesteke sitemkar û zordest a li dijî azadiya gelê Sûriyê û vîna wî ku tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nûnertiya wê dike, binirxînin, ku hewl didin vê rêveberiyê dorpêç û tengav bikin. Vê civînê rastiya Tirkiyê li pêşiya sûriyan yên ku li dijî zordestiya rejîmê derketine, eşkere kir. Wan heta demeke dirêj bawer dikir ku Erdogan û hikumeta wî piştevanên şoreşa Sûriyê ne. Li gorî mantiqekî şeklî ya xeşîm beşek ji wan li dijî tecrubeya Rêveberiya Xweser derketin û bi reşkirina rêveberiyê ji aliyê Tirkiyê ve hatin xepandin.”

Qesas wiha domand: “Lê êdî ev hemû eşkere bûye. Va ye radigihînin ku nakokiya di navbera rêveberiya wan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de çêkirî ye û encama berovajîkirina rastiyan ku Erdogan û hikumeta wî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşandiye.”

Der barê armancên civînê de Qesas got: “Tenê armanceke zelal a vê civînê heye ku li dijî azadiya gelê Sûriyê, berjewendî, nirxên jiyana hevbeş, nirxên qebûlkirina aliyê din, tayebetmendiya pirrengiyê û nenavendîbûnê ya dewleta Sûriyê ye. Aliyên civînê yên sûrî û Tirk, bi qasî dikarin hewl didin pergalên xwe biparêzin û li ser desthilat û hegemonyayê bimînin. Lê ev hemû li ser hesabê gelê Sûriyê û gelê Tirk, jiyan, berjewendî, vîn û rûmeta wan e.”

‘HEWLDANA TUNEKIRINA VÎNA SÛRIYAN E’

Qesas behsa xetereyên vê nêzîkbûnê kir û got: “Bêguman, ev nêzîkbûn hewldanek ji bo tunekirina vîna sûriyan e di xilasiya di zordestiya Esed de û vîna gelê Tirk di xliasiya ji Erdogan û desthilata AKP`ê de. Erdogan amade ye di hilbijartinên bê de, şer bike û zirarê bigihîne derdora xwe ji bo ku di desthilatê de bimîne. Rewşa Beşar El Esed jî wisa ye. her du jî mîna ku ez teqez dikim, rûyên dirava zordestiya pozbilind a nijadperest û sûcdar e.”

Li gorî Qesas lihevkirin li ser Sûriyê xetereyê çênake û wiha pê de çû: “Tawîzên ku her du alî ji hev re pêşkêş bikin, bandor li hevkêşeya hêzên li ser erdê nake. Ne li ser tecrubeya Rêveberiya Xweser, çareseriya siyasî li gorî biryara 2254 nake. Lê ev lihevkirin bandor li helwesta Rûsya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Herêmên ku Erdogan û ajanên wî dagir kirine dê bide rejîmê û ew ji xwe herêmên ku hêzên dijîşoreşê sûcan tê de sûcan pêk tînin û ji kiryarên rejîmê li herêmên di bin kontrola wî de ne cuda ne. Di vê çarçoveyê de wê tiştek nû tune be. Berovajî wê, ev nêzîkbûn, ji bo hêzên şoreşê, opozîsyonê yên ne girêdayî rejîma Tirk firsendeke ku xebatên xwe bi hewldanên sazî û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin yek ku di vê alî de gelek destkeftî bi dest xistin û hîna pêk tîne, her wiha nimuneyeke pratîk a pêkanîna armancên şoreşê li Sûriyê bi giştî ye.”  

‘JI BO AVAKIRINA ENIYEKÊ FIRSENDEK E’

Fîras Qesas di dawiyê de got: “Ev nêzîkbûn trajediya sûrî kûrtir dike. Lê li gorî min, ev yek pêk nayê. Lê belê ev nêzîkbûna zordest a nijadperest, dê hêmanên nû û taybet peyda bike ku eniyeke şoreşgerî ya sûrî ya bi nirxên Rêveberiya Xweser re ava bike ku li hember vê nêzîkbûnê bisekine. Bi nêrîna min, sûriyên li dijî zordestiyê derketine; Rêveberiya Xweser, aliyên ne girêdayî Erdogan ku êdî nêzî avakirina hawîrdoreke guncawtir bûne da ku hêzên xwe û hewldanên xwe li dijî dijminên xwe El Esed û Erdogan bikin yek.”

(şx)

ANHA