​​​​​​​'Em bi QSD′ê û Rêveberiya Xweser re ne′

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbicê piştgiriya xwe bi berxwedana Rêveberiya Xweser û QSD`ê re li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê nîşan da.

​​​​​​​'Em bi QSD′ê û Rêveberiya Xweser re ne′
5 ÇILE, 2023   01:49
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Li gel dewama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mijûlbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember van êrişan, çeteyên DAIŞ`ê  ev yek kir derfet û şaneyên xwe ji bo têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê tev gerandin.

Li hember van tevgeran, QSD′ê di 29′ê Kanûnê de ji bo serdegirtina şaneyên çeteyên DAIŞ′ê Operasyona Birûska Cizîrê da destpêkirin.

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbicê Mihemed Sadiq El Isêdî bal kişand ser desteka dewleta Tirk a dagirker ji çeteyên DAIŞ′ê li herêmê re û wiha got: "Em hemû lehengên xwe yên ku bi xiyanetî di êrişa şaneyên terorîst ên rêxistina DAIŞ′ê de li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li taxa Deriyê ya Reqayê di 26`ê Kanûnê de û êrişa li dijî girtîgeha girtiyên DAIŞ′ê şehîd bûbûn bi bîr tînin.  Her wiha li pey vê êrişî dewleta Tirk a dagirker bû."

`ARMANCA DEWLETA TIRK TUNEKIRINA GELÊ HERÊMÊ YE`

El Isêdî diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire û aramanca wê tunekirina gelê herêmê ye.

El Isêdî spasiya helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember dewleta Tirk a dagirker kir û ev tişt anî ziman: “Em gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe amade ne ku hemû planên dewleta Tirk û hevkarên wê têk bibin."

El Isêdî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê li hember hemû planên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, bi Rêveberiya Xweser û hêzên QSD`ê  re, bi hev re li ber xwe bidin. Bi sedan salan e hemû pêkhateyên herêmê bi hev re dijîn. Ji lew re planên dewleta Tirk a dagirker dê têk biçin."

ANHA