​​​​​​​Gelo herêmên hikumeta Şamê li beramber teqîneke mezin in?‎

Li başûrê Sûriyê û gelek herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, ji ber rewşên jiyanî û aborî yên ‎xirab, xwepêşandan li dar ketin. Gelo ev rewş wê bibe sedem ku gel li dijî siyaseta hikumeta Şamê serî hilde?‎

​​​​​​​Gelo herêmên hikumeta Şamê li beramber teqîneke mezin in?‎
5 ÇILE, 2023   00:50
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Hikumeta Şamê di wê baweriyê de ye ku bi rêya kuştin, wêrankirin, guhertina demografiyê û li darxistina lihevkirinan di 11 salan de, di şerê li dijî gelê Sûriyê de bi ser ketiye. Lê serhildana gel a li Sûriyê ku zihniyeta dûrxistinê ya rejîma Baas red dike, berdewam e û êdî li benda firsendekê ye di rûyê dîktatoriyê de biteqe da ku civakeke sûrî ya azad û demorkatîk ava bike.

Pê ve girêdayî ye, li başûrê Sûriyê û gelek herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de xwepêşandan ‎li dar dikevin ku dibe ji yên di destpêka aloziyê de li dar ketine, bi hêztir bin. Dîmenên destpêkê yên serhildana 2011`an êdî derdikevin pêş û nivîsên li dijî hikumeta Şamê û ji bo pêşxistina rewşa jiyanî, tên nivisîn.

Li Siweydayê xwepêşandanên ji bo pêkanîna guhertineke rasteqîn li Sûriyê bi hemû rêbazan berdewam in. Şênî, çalakiyên protestoyê û boykotan li dar dixin. Pankartên ku banga guhertina siyasî li gorî biryara NY`yê ya 2254, serbestberdana girtiyan, li ser yekitiya gelê Sûriyê teqez dikin, hil didin.

Yek ji pankartên ku xwepêşandêr rakirine; “Divê ev rêjîm fêm bike ku êdî ev rewş nayê tehemulkirin û divê guhertin pêk were” û her wiha banga darizandina mafyayan kir ku berpirsên xizankirina gelê Sûriyê û birçîkirina wî ye.

Li gel van xwepêşandanan, tunebûna hêmanên herî besît ên jiyanê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, hikumet xemsar e.

Der barê sedemên ji nû ve destpêkirina xwepêşandanan li gelek bajarên Sûriyê nexasim li Siweydayê de, nivîskar û hiqûqnasê sûrî Adil Hadî ji ajansa me re wiha axivî: “Sedemên ku ji ber wê banga guhertina rejîmê hatiye kirin, nehatin guhertin. Ji ber ku zordestî berdewam e û hîna sûriyan ji mafên wan ên rewa mehûrm dike.”

Hadî wiha domand: “Ya hatiye guhertin ew ku, êdî veguhastina ber bi pergaleke demokratîk a rasteqîn ve ji her demê zêdetir zelaltir bûye. nexasim xiyaneta îslama siyasî ya li doza sûriyan bi giştî eşkere bû. Ji ber wê, divê xwepêşandan berdewam bikin da ku daxwazin sûriyan ên veguhastina siyasî pêk bên.”

Çavdêran hişyarî da ku hêrsa gel di dawiyê de mîna bombeyekê biteqe. Bi taybet ku hikumeta Şamê daxwazin wî paşguh dike û tu tawîzên siyasî nade. Têkildarî wê Hadî ev nirxandin kir: “Li gel hilweşîna aborî û daketina bilez a nirxê lîreyê sûrî, bilindbûna rêjeya xizaniyê, bêguman wê gel serî hilde. Ji ber ku hikumet nikare çareseriyan pêşkêş bike û aloziyê bi rêve bibe. Di encamê de ji bilî guhertina giştî bi rêya pêkanîna biryara 2254 tu vebijêrkên din tune ne.”

Hadî di dawiyê de got: “Li gel nakokiya hêzên navneteweyî û ji ber ku fêm nekirine ku êdî sebra gelê Sûriyê nemaye, ev rewş dê aloztir bibe û di dawiyê de mîna bombeyekê biteqe.”

(şx)

ANHA