​​​​​​​Rojnameyên erebî: Di ser başûrê Sûriyê re saleke tijî kuştin û hişbir derbas bû

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa başûrê Sûriyê ya sala 2022ʹyan, nakokiyên li Lîbyayê yên di navberea Başaxa û El Debîbe de û dosyaya koçeriyê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Di ser başûrê Sûriyê re saleke tijî kuştin û hişbir derbas bû
2 ÇILE, 2023   08:16
NAVEND NÛÇEYAN

ʹBAŞÛRÊ SÛRIYÊ SALEKE TIJÎ SÛÎQEST Û HIŞBIR OXIR DIKEʹ

Li ser rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Sala 2022ʹyan jî para xwe ji azarên xelkê başûrê Sûriyê girt. Li her herêmekê derd, alozî û bêhêvîtiyên xwe yên cuda hebûn.

Li Siwêdayê ʹtevgerʹ sernavê sereke yê sala 2022ʹyan bû. Di meha duyemîn a 2022ʹyan de komeke xelkê parêzgehê bi dîmenekê ragihand ku tevgera li qad, kolan û malan dê dewam bike heta ku armancên xwe ya “Em ne dewleteke gendel û destpot lê dewleteke qanûnê dixwazin” bi cih bînin.

Xwepêşandan gihaşt asta qutkirina rêyên sereke û girtina hin saziyên hikumetê. Destpêkê rejîmê destwerana leşkerî yan jî ewlehî li hemberî xwepêşanderan nekir, ji ber ku xwest parêzgeh di nava şerê domdar de bihêle, nemaze ku destpêkê hewl da wêneya xwe ji derve re wekî ku ʹrejîmeke kêmneteweyên li Sûriyê diparêzeʹ nîşan bide.

Bûyera balkêş a li Siwêdayê ew e ku di Hezîranê de endamên saziya ʹÎstîxbarata Leşkerîʹ û ʹhêzên Dîfa El Wetenîʹ yên ku komeke çekdar ên xwecih in, bi ser bajarokê Xazime yê li başûrê Siwêdayê de girt. Di encamê de kesê bi navê Samir El Hekîm hat kuştin û termê wî avêtin Çerxerêya Meşneqa ya naverasta bajar. Ji destpêka bûyerên li Sûriyê ve, ev êrişa pêşîn a hêzên rejîma Sûriyê li ser komeke xwecih bû.

Di meha Tîrmehê de, li parêzgehê xwepêşandanên gel li dijî komên girêdayê saziyên ewlehiyê li dar ketin. Êrişî koma bi serkêşiya Racî Felhût hat kirin û baregeha wî hat wêrankirin, hin alîgirên wî hatin kuştin û gelek jî hatin girtin. Her wiha kargeha çêkirina Captagonê ya aîdî vê komê hat wêrankirin. Di encamê de bêyî ku şer û pevçûn derkevin, gelek komên girêdayî saziyên ewlehiyê yên li Siwêdayê hatin tunekirin.

4ʹê Kanûnê, xelkê parêzgehê ku piraniya wan durzî ye, dest bi xwepêşandanan kir, banga başkirina rewşa debarê kir. Xwepêşandêran êrişî avahiya parêzgehê kir û wêneyê serokê rejîmê Beşar Esed şewitand. Piştî ku hêzên ewlekariyê gule avêtin xwepêşandêran û ciwanê bi navê Murad El Metnî hat kuştin û 18 kesên din birîndar bûn, pevçûn derket.

Di sala 2022ʹyan rojek derbas nedibû bêyî ku bûyerên sûîqest, kuştin û vegera tevgera leşkerî, dorpêçkirin û vegera DAIŞʹê û tesfiyekirin li Derayê pêk neyê. Ji Cotmeha 2022ʹyan ve şêniyên Derayê ji ber rûdana 2 operasyonên ewlehiyê bêyî ku hebûna wan were eşkerekirin, matmayî man. Operasyona yekemîn li bajarê Casim ê li bakurê parêzgehê bû û ya duyemîn li herêma Dera El Beled bû.

Hema bêje hefteyek derbas nebû bêyî bûyerên desteserkirina barhilgirên madeyên hişbirê neyên ragihandin ku bi rêbazên cuda ber bi Urdinê ve dihatin şandin. Gihaşt asta ku dron jî werin bikaranîn. Her wiha hebên Captagon li Derayê gelek torên qaçaxçîtî û hilberandinê, kargehên çêkirinê û rêyên qaçaxçîtiyê hatin eşkerekirin.”

‘LÎBYA: BAŞAXA GEFA QEDEXEKIRINA DAHATÊN PETROLÊ LI HIKUMETA DEBÎBE XWAR’

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Hikumeta ji aliyê parlamentoya Lîbyayê ve hatiye erkdarkirin ya bi serokatiya Fethî Başaxa got dê hin tedbîran bigire û dahatên petrol û gazê ji hesabên bankê yên saziya nîştimanî ya petrolê re qedexe bike da ku negihêjin Hikumeta Wehde ya bi srokatiya Ebdulhemîd El Debîbe. Her wiha diyar kir ku hikumeta Debîbe di aliyê darayî de binpêkirinên mezin kirine.

Li gel hebûna 2 hikumetên hevrik parçebûna li Lîbyayê zêdetir dibe. Hikumeta Terablusê ya ku di encama lihevkirina siyasî de beriya nêzî 2 salan bi serokatiya Ebdulhemdî Debîbe hatiye avakirin, hikumeta duyemîn jî bi serokatiya Fethî Başaxa ye û di Sibata borî de ji aliyê parlamentoyê ve hat avakirin û navenda wê ya demkî Sert e.”

‘KEŞTIYÊN DIN ÊN PENABERIYÊ DI DERYAYA SPÎ DE NOQ BÛN’

Rojnameya El Beyan jî behsa dosyaya penaberan kir û wiha nivîsî: “Di sala 2022`yan de hejmarên mezin ên penaberan ji beravên Deryaya Spî dest bi rêwîtiya ber bi beravên Ewropayê ve kir. Wekî berdewama diyardeya ku di salên dawîn de derketiye, bi taybet piştî bûyerên bi navê Bihara Ereban ên li gelek welatan rû dane.

Duh Komeleya Mafên Mirovan a Mexribê ragihand ku bi dehan penaberên ji Mexribê hewl da di şeva sersalê de di ser bajarê Nazor ê Mexribê re bikevin Spanyayê. Komeleyê bi bîr xist ku bi dehan ciwanên mexribî ruxmî belavbûna hêzên ewlehiyê jî hewl da bikevin Melîliyê ya bakurê Mexribê û hinek bi ji wan gihaştinê.

Di 24`ê Hezîranê de nêzî 2 hezar penaberên ku piraniya wan ji Sûdanê bûn, hewl da bi rêya deriyê Nazor ê sînorî derbasî Melîliyê bibin. Di encama wê hewldanê de di navbera penaberan û polîsan de heta çend rojan şer derket, li gorî daneyên desthilata Mexribê, di encamê de 23 kes hatin kuştin.

Li Tunisê jî berdevkê Rêveberiya Heres Wetenî duh ragihand ku li beravên Tûnisê piştî keştiya wan noqî avê bûye, 108 penaber hatine dîtin.

Roja şemiyê jî, hêzên deryayî yên artêşa Lubnanê bi hevkariya hêzên navneteweyî (UNIFIL) ên li başûrê Lubnanê, 232 kesên ku li hember beravên Selata ya bakurê welat di keştiyê de bûn, rizgar kirin.”