​​​​​​​Şêniyên dorpêçkirî xwe li ber tavê germ dikin

Malbatên dorpêçkirî yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku di encama dorpêça hikumeta Şamê de, hêvî dikin ku tav tim derkeve da ku xwe li ber germ bikin.

​​​​​​​Şêniyên dorpêçkirî xwe li ber tavê germ dikin
2 ÇILE, 2023   02:14
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Li gel dorpêça ku Firqeya 4′an a girêdayî hikumeta Şamê daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û sermaya zivistanê, tu rêbazên germkirinê ji bo şêniyên her du taxan neman e.

Ji ber bilindbûna nirxê mazotê ku her lîtreyek bi zêdetirî 11 hezar lîreyên Sûriyê ye, şênî bi lihêfan xwe ji serma û seqema zivistanê biparêzin.

/kr/uploads/files/2023/01/01/172558_-.webp

Der barê mijarê de welatiya bi navê Tolîn Mûsa (28) wiha got: "Ji ber ku Firqeya 4′an a hikumeta Şamê dorpêçek giran li ser taxê ferz kiriye, ez hewl didim bi mitêl û betaniyan zarokan ji vê seqemê biparêzim. Ji bilî vê tu çare di dest me de tune ye."

Tolîn Mûsa diyar kir ku ew nikarin bermahiyên parçeyên kargehên cilan yên wekî qumaş û bilastîkan bikirin û wiha dewan kir: “Em bi zehmetî debara xwe dikin. Hevjînê min di werşeyeke cilan de dixebite. Em nikarin her roj tûrikekî biçûk ê parçeyên caw bikirin. Ji ber  ku tûrikek bi 5 hezar lîreyên Sûriyê ye û têra rojekê tenê nake."

Ruxmî sermaya çileyê zivistanê jî, Tolîn hîna sobeya malê nedaniye. Tolîn dibêje ku ew ditirse ku dorpêç bibe sedema sekinandina kargehên dirûtinê û hevjînê wê jî ji kar bisekine û êdî nikaribin qûta xwe ya rojane peyda bikin.

′EM HÊVÎ DIKIN KU ROJ TIM DERKEVE′

Tolîn Mûsa hêvî dike ku tav tim derkeve da ku hinekî zarokên xwe li ber germ bikin.

Tolîn Mûsa dayika du zarokan e (yek 6 salî ye û yê din 5 salî ye) ku ji ber sermayê bi girîpê ketine, dibêje: "Gunehê zarokên min çi ye ku di vê rewşê de bijîn, ma mafên wan ên jiyînek asayî tune ye. Zarokên min ji ber sermayê nexweş ketine. Ji ber dorpêça Firqeya 4′an em nikarin derman bikirin, biha ye."

Tolîn destnîşan kir ku kehrebeya giştî di rojê de tenê saetekê yan du saetan tê, kehrebeya jeneratoran jî ji ber tunebûna mazotê qut e.

Tolîn got ku bi dorpêçê şerê pariya nanê wan dikin û mafên wan ji destê wan dibin û got: “Lê em serî ji wan re natewînin."

/kr/uploads/files/2023/01/01/172619_-_1.webp

Welatiya bi navê Helîme Mihemed diyar kir ku ji ber nebûna mazotê, wan ji dema ku sobe daniye ve pê nexistiye.

Helîme Mihemed got: "Di rojên tav derdikeve de em li ber in, da ku xwe germ bikin. Lê di rojên ewr û baranê de em di bin betaniyan de ne. Em hemû bi sermayê ketine û çareyeke lezgîn dixwazin."

(fr)

ANHA