Iraqê tesfiyekirina 311 çeteyên DAIŞ’ê di 2022’yan de ragihand

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku di sala 2022’yan de 311 çeteyên DAIŞ’ê hatine tesfiyekirin ku piraniya wan serçete bûn.

Iraqê tesfiyekirina 311 çeteyên DAIŞ’ê di 2022’yan de ragihand
1 ÇILE, 2023   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn El Xefacî diyar kir ku di 2022’yan de gelek gav li ser erdê hatine avêtin û got: “Yek ji wan gavan kuştina 311 terorîstan bû, ku 213 ji wan ji aliyê hêzên hewayî yên Iraqê û 98 jî di operasyonên cuda de hatin kuştin.”

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê (WAI), El Xefacî destnîşan kir ku piraniya kuştiyan serçeteyên DAIŞ’ê bûn û bi wê yekê sîstema wan a birêvebirin û rêxistinkirinê hate hilweşandin.

El Xefacî bal kişand ku Şaneya Hedefgirtinê ya girêdayî Fermandariya Operasyonên Hevbeş di Sibata borî de hat damezirandin û ev agahî parve kirin: “Ew şane xwedî du erkên sereke ye; parastina welatiyan û parastina binesaziyê li herêmên ku êrişên hewayî û şer lê çêdibin.”

El Xefacî hêvî kir ku di sala 2023’yan de derfeta perwerdekirin û biçekkirinê zêdetir bibe da ku têkoşîna li dijî terorê xurttir bibe û çeteyên mayî bên tunekirin.

(mh/cx)