Wê cenazeyên şehîdên komkujiya Parîsê ber bi Bakur û Başûrê Kurdistanê ve werin oxirkirin

Wê cenazeyên 3 şehîdên komkujiya Parîsê 3’yê mehê bi merasîm û meşên girseyî ber bi Başûr û Bakurê Kurdistanê ve werin şandin. Ji bo beşdarbûna merasîm û meşan banga tevlêbûnê hat kirin.

Wê cenazeyên şehîdên komkujiya Parîsê ber bi Bakur û Başûrê Kurdistanê ve werin oxirkirin
1 ÇILE, 2023   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

23’yê Kanûna 2022’an li dijî Komeleya Çanda Kurd ya Ahmet Kaya ya Parîsê êrişeke çekdarî çêbû û di encamê de endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil şehîdbûn û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên KCDK-E û TJK-E’yê wê 3’yê meha Çileyê li Parîsê merasîmeke girseyî û meşeke bi heybet ji bo şehîdan were lidarxistin û banga beşdarbûnê jî li hemû Kurdistanî û dostên wan kir. Ji niha amadekariyên merasîmê dest pêkiriye û karûbarên otopsî jî temam bûne.

Li gorî agahiyên rêxistina Kurdên Ewropayê wê cenazeyê Evîn Goyî ji bo Başûrê Kurdistanê an ku Mexmûrê were şandin. Cenazeyê hunermend Mîr Perwer wê ber bi bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê û yê welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jî ber bi Qersê ve were oxirkirin.

Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) banga tevlîbûna çalakiya protestokirina komkujiyên Parîsê û merasîma oxirkirina cenazeyan kir ku dê di rojên 3 û 7’ê Çileyê de li Paytexta Fransa Parîsê werin li darxistin.

Banga Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê wiha ye:

 “Ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di 23’yê Kanûnê de ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve hatin qetilkirin, dê merasîzma cenaze bê lidarxistin. Erkê her şoreşger û demokrate ku bi beşdarbûna merasîmê oxirkirina cenazeyan xwedî li şehîdên me derbikeve.

Yên ku di 23’yê Kanûnê de ev komkujiya faşîst pêk anîn û yên ku di sala 2013’an de hevrê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin, heman zihniyet û heman desthilatdariya faşîst e. Pir eşkere ye ku ev êrîşa ku li Enqereyê hat plankirin û pêk anîn ne tenê li hemberî gelê Kurd di heman demê de li hemberî hemû kesên ku xwedî li têkoşîna gelê Kurd derdikeve û piştgirî dide gelê Kurd, hatiye kirin. Ev êrîş li hemberî jin, ciwan û kedkaran hatiye kirin. Ev zilm bi têkoşîna hevgirtî raweste. Hesaba vê êrîşê wê têkoşîna me ya yekbûyî bipirse.

Em Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ji bo hesap pirsîna vê komkujiyê û xwedî li derketina hevreyên xwe bang li hemû şoreşger, hêzên demokratîk dikin ku di 3’ê Çileya 2023’an de li baniyoya Villiers le Bel a Parîsê bi aweyekî xurt beşdarî merasîma bîranîn û cenazeya Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bibin.

Her wiha em bang li hemû şoreşger û hêzên demokratîk dikin ku ji bo hesap pirsîna qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de hatin qetilkirin û ji bo ji dewleta Fransayê ku bi helwesta veşartina komkujiyê hevkariya xwe nîşan dide, daxwaz dawî anîna vê helwesta wê bikin, di 7’ê Çileyê de beşdarî meşa li Parîsê bibin.”