'Birûska Cizîrê' berdewam dike: Çekên veşartî hatin desteserkirin

Di roja 4`emîn a Operasyona “Birûska Cizîrê” de li gundê Simêhan ê girêdayî navçeya Til Birakê çeteyek hate girtin û çekek tevî carcûrên wê ku di binê erdê de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin.

'Birûska Cizîrê' berdewam dike: Çekên veşartî hatin desteserkirin
'Birûska Cizîrê' berdewam dike: Çekên veşartî hatin desteserkirin
'Birûska Cizîrê' berdewam dike: Çekên veşartî hatin desteserkirin
'Birûska Cizîrê' berdewam dike: Çekên veşartî hatin desteserkirin
'Birûska Cizîrê' berdewam dike: Çekên veşartî hatin desteserkirin
'Birûska Cizîrê' berdewam dike: Çekên veşartî hatin desteserkirin
'Birûska Cizîrê' berdewam dike: Çekên veşartî hatin desteserkirin
1 ÇILE, 2023   13:24
HESEKÊ

Operasyona “Birûska Cizîrê” di roja xwe ya 4`emîn de li gundewarên navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişlo ji aliyê şervanên QSD`ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dewam dike.

Di saetên sibehê de gund hatin dorpêçkirin, hişyarî li gel hat kirin ku ji malên xwe dernekevin û operasyonên lêgerînê hatin destpêkirin.

Nûçegîhana me ku operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li gundê Simêhan kêlî bi kêlî şopandin, ragihand ku li gund çeteyekî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hatiye girtin, her wiha çeka Kilaşînkof û 2 jarjorên wê ku di bin erdê de hatibûn veşartin û dûrbîneke leşkerî hatine desteserkirin.

Operasyon di van kêliyan de jî berdewam dike.

(cb/cx)

ANHA