Li Serêkaniyê krîzên debarê zêde dibin

Li Serêkaniyê ya dagirkirî ji ber bilindbûna bihayên mazot û êzingan krîzên debarê zêde dibin.

Li Serêkaniyê krîzên debarê zêde dibin
1 ÇILE, 2023   12:41
HESEKÊ-ARAM EHMED

Li herêma Serêkaniyê ya ku ji Cotmeha 2019ʹan ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, azarên şêniyên resen ên li herêmê mane zêde dibin.

Şêniyên bajêr, li gel bihabûna madeyên zimhêrê û sotemeniyê girîngtirîn hêmanên jiyanê ji dest didin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji hundirê Serêkaniyê dane ANHAʹyê, sotemenî li Serêkaniyê bi giştî tune ye, ger peyda bibe jî her bermîlek bi 900 hezar heta bi milyonek û 100 hezar lîreya sûrî ye.

Wekî berdêla mazotê şêniyan êzing bi kar anîn, lê bazirganan ev derfet jî keysbaz kir û her tonek êzing ji zêdetirî 800 hezar lîreya sûrî difiroşin. Li gorî çavkaniyan, şêniyên bajêr ji ber seqema zivistanê madeyên blastîkî û kincên kevn dişewitînin, her wiha darên li malên xwe dişewitînin.

(fr)

ANHA