Operasyona Birûska Cizîrê didome: 40 çete hatin girtin

QSDʹê ragihand ku di berdewama roja sêyemîn û destpêka roja çaremîn a Operasyona Birûska Cizîrê de 40 çete girtin û plana êrişekê vala hat derxistin.

Operasyona Birûska Cizîrê didome: 40 çete hatin girtin
1 ÇILE, 2023   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê bi daxuyaniyekê encamên berdewama roja sêyemîn û destpêka roja çaremîn a Operasyona Birûska Cizîrê eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 40 çete hatin girtin û hewldana êrişekê hate têkbirin ku çeteyan plan kiribûn di pîrozbahiyên Sersalê de kiribana.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

ʹʹDi çarçoveya Operasyona Birûska Cizîrê de ku hêzên me bi tevlêbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî dane destpêkirin, hêzên hevbeş operasyonên lêgerîn û şopandina endamên çeteyên girêdayî rêxistina DAIŞ a terorîst li herêmên Hol, Til Hemîs û Til Birakê zêde kirin.

Di saetên destpêkê yên îro (roja çaremîn a operasyonê) de, hêzên operasyonê li bajarokê Til Birakê tevgerên şaneyên terorîst şopandin ku hewl didan biçin herêmên dûrî qada operasyonê û cihên xwe biguherin. Hêzên hevbeş baregeheke endamên terorîst rûxand, tevgera wan sekiandin û 6 çete girtin. Ev çete ji aliyê dadgehê ve dihatin xwestin, ji ber ku beşdarî pêkanîna çalakiyên terorîst li herêma Hesekê de bibûn.

Li taxên rojhilatê bajar jî, komên terorîst hîs kirin ku hêzên operasyonê nêzîk dibin. Ji ber vê yekê bombeyeke deng avêtin hêzên me yên ku girtin ser baregeha terorîstan. Hêzên me 3 çete girtin û wan neçar kirin xwe radest bikin, bêyî ziyan çêbibin.

Wekî temamiya bîlançoya roja sêyemîn û sibeha roja çaremîn;

Hêzên hevbeş 40 çete girtin, di nav de yên ku operasyonên terorîst bi rêve dibirin, yên ku karên tevlêkirina çeteyan û biçekirina wan dikirin, her wiha yên desteka lojîstîk û cebilxane pêşkêşî şaneyên terorîst dikirin, hebûn.

Li gel operasyona lêgerînê, operasyonên din ên ewlehiyê hebûn. Hêzên hevbeş miqdareke mezin a cilên leşkerî ku endamên çeteyan bi kar dianîn, belgeyên sexte yên bi navên tevgerî yên çeteyan û çek û cebilxane desteser kirin.

Hêzên Operasyona Birûska Cezîrê mîsyona xwe ya xilaskirina herêmê ji şaneyên terorîst, rûxandina baregehê wan û kontrolkirina ewlehiyê didomînin. Hêzên operasyonê hewldana çalakiyeke terorî têk bir ku rêxistina terorîst plan kiribûn ku di pîrozbahiyên sersalê de kiriba. Ji ber tedîbrên ewlehiyê yên ku hatin girt û derbên ku li şaneyên terorîst hatin xistin, rewş baş derbas bûn."

ANHA