​​​​​​​Lubnan sala 2022’yan bê çareserî derbas dike

Di sala 2022’yan de gelek bûyerên girîng li Lubnanê rû dan. Di serî de hilbijartinên parlamentoyê li dar ketin. Parlamento 10 caran di hilbijartina serokkomarekî nû li şûna Mişel Ewn ê de bi bin ket.

​​​​​​​Lubnan sala 2022’yan bê çareserî derbas dike
31 kanûn, 2022   08:39
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Tevî ku li Lubnanê gelek bûyer û geşedanên nû rû dan, lê dîsa saleke aloz derbas bû bêyî ku çareseriyek xuya bike. Heta niha parlamento ku 10 civîn li dar xistin, nekarî serokekî nû ji bo welat hilbijêre.

Rojnamevanê ji Lubnanê Elî Dahî ji ajansa me re destnîşan kir ku krîza Lubnanî êdî gelekî bi girêk bûye, tê de hemû alî tevlihev dibin û destên ji derve û ji hundir wê bi rê ve dibin. Her wiha diyar kir ku bandora krîzên cîhanî wek şerê Ukrayna-Rûsya jî li Lubnanê kiriye.

El Dahî wiha domand: “Tevî tarîtiya vê rewşê lê divê em her tim bi rojên geş hêvîdar bin û geşbîn bin, ji ber ku pirsgirêka Lubnanê ne tenê di aliyê siyasî de ye, lê belê di sazkirina wê ya sala 1926’an de ye an ku ji dema dagirkeriya Osmanî, destwerdana Fransayê û Peymana Syks Picot ve ye ku Lubnan li gor ol û mezheban hat parçekirin.ʹʹ

El Dahî anî ziman ku di sala 2019’an de komploya mezin a derxistina pereyan ji bo derve dest pê kir û got: "Helbet planeke navneteweyî ji bo valakirina Lubnanê ji pereyan hebû. Nabe çîna siyasî were efûkirin, ji ber ku gendelî heye û divê her kesên ku gendeliyê dikin werin cezakirin. Her kes ji vê hilweşînê berpirsyar e. Îro em li pêşberî hilweşîneke mezin a aborî ne. Dolar li beramberî 43 hezar lîreyî ye. Yanî zêdetirî 30 qat derbas kiriye. "

El Dahî got, gel berpirsê aloziya heyî ya Lubnanê û wiha pê de çû: "Ji ber ku gel heman çîna siyasî hilbijart. Lubnan welatekî mezhebî û taîfî ye. Her taîfeyek nûnerên xwe hildijêre û her mezhebek nûnerên xwe hildibjêre. Her kes ji her kesî ditirse. Garantî tune ne. Dewleta edalet û saziyên wê tune ye. Em hîn zêdetir ber bi hilweşînê ve diçin."

SENARYOYÊN SALA 2023’YAN

Balyoza DYAʹyê ya li Beyrûtê Dorothy Shea metirsiya senaryoyên dîplomasî ji bo Bekirkî ragihand. Dorothy Shea da zanîn ku helwesta Amerîkayê ya li hember rewşa xerab a Lubnanê wiha ye ku dibîne divê di zûtirîn dem de hilbijartinên serokkomariyê bên kirin û aloziya aborî û rêveberî werin çareserkirin da ku hêdî hêdî Lubnan bikeve rêya başbûnê.

Li gorî agahiyan, tu vîtoyên Amerîkî yan jî rojavayî ji bo namzetekî dûrî çavan tune ne.

Heman demê dema herêmî ya lihevkirinan hîn nehatiye, ji ber wê jî pêkanîna çareseriyên hundirîn ên Lubnanê bi lihevkirinên derve ve girêdayî ye. Tê pêşbînkirin 2023’yan nediyar e û tê de ne tenê lîre têk biçe.

BINKETINÊN LUBNANÊ

Sala 2022’yan sala jihevketina rêveberiyên Lubnanê bû, karmend nedihatin ser karê xwe û hinekan ne xem bû ku ji kar bên avêtin.

Êdî bidestxistina pasportekê jî bû tiştekî zehmet. Her wiha bankan jî deriyê xwe li ber gelek welatiyan girt.

(mh)

ANHA