Li Silêmaniyê bi komî êrişî jinek ciwan kirin

Li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê duh bi dehan kesan êrişî jineke ciwan kiribû. Gelek kesan bertek nîşanî bûyerê da.

Li Silêmaniyê bi komî êrişî jinek ciwan kirin
31 kanûn, 2022   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Hiwane ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê duh wesayît û motorsîklêt dihatin pêşandan.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, jineke ciwan jî serdana vî cih kir, lê li gorî dîmenên ku li ser torên civakî tên parvekirin, dema ku jina ciwan diçe wir, bi dehan kes êrişî wê dikin û lê didin. Ev bûyer bû sedema berteka gelek kesan.

Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Rêwas Fayeq bi twittekê wiha bertek nîşan da: “Ew mêr weke hovane êrişî keçekê dikin ku xwesteka wê hebû, weke her kesekî temaşeyî pêşbirkekê bikin. Berhemê wê xîtabaye li beramberî wane ku rojane li hemberî jin û keçên vê herêmê tê plankirin û organîzekirin. Desthilat û civakekî vê hovîtiniyê nehêjîne, divê hêviya mirineke bi lez be... Daxwaz dikin ku sazî û dezgehên ewlehiyê lêkolîna pêwîst bikin û kiryar bigihîn cezayê xwe.”

Qaymeqama Helebceyê Nuxse Nasih jî bûyer weke bûyereke herî qirêj a li hemberî mirovahiyê pênase kir û daxwaz kir ku di demekî herî nêzik de kiryarên vî karî werin girtin û cezayek tund li wan were birîn.

Hiqûqnas Letîf Şêx Mistefa jî bi twittekê diyar kir ku bûyer karekî nesayî û got ku sûcekî wiha pêwîstî bi gilîkirinê nîn e û sûcekî giştî ye û got: “Ewên destdirêjî kirine, tenê destdirêjî nekirine li ser wê jina ciwan, belku destdirêjî kirine li ser ewlehiya giştî ya civakê û nîzama giştî. Divê polîs û sazî lêkolîn bikin. Lêpirsîn li gel wan hemû kesên tev li vî sûcî bûne bikin.ʹʹ

Rêveberê Polîsên Silêmaniyê Aso Şêx Teha di daxuyaniya ji bo medyayê de diyar kir ku 7 kes ji ber vê êrişa li taxa Hiwane ya Silêmaniyê hatine destgîrkirin, lêkolîn û şopandina bûyerê dewam dike.