​​​​​​​‘Veguherandina goristana şehîdan bo navendeke leşkerî rûyê qirêjî yê dewleta Tirk nîşan dide’

Serokê Beşa Kar û Barên Mizgeftan a bajarê Hesekê destnîşan kir ku veguherandina goristana şehîdan a Serêkaniyê bo navendeke leşkerî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, li dijî şerîeta îslamê ye.

​​​​​​​‘Veguherandina goristana şehîdan bo navendeke leşkerî rûyê qirêjî yê dewleta Tirk nîşan dide’
30 kanûn, 2022   00:47
HESEKÊ - BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî kir navendeke leşkerî ya perwerdekirina çeteyan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn li hember vî sûcî zêde dibe.

Têkildarî mijarê, serokê Beşa Kar û Barên Mizgeftan a bajarê Hesekê Besam El Elî diyar kir ku cihê şehîdan pîroz e û bi bîr xist ku pêxember rûniştina li ser gora şehîdan an vekirina wê qedexe kiriye.

El Elî diyar kir ku ev sûcê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk aniye, destdirêjî ye û got: "Bi vê yekê rûyê qirêjî yê dewleta Tirk a dagirker derket holê.”

El Elî destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şerîeta îslamê ne.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê di Gulana 2018′an de goristana şehîdan ava kiribû û rûbera wê 18 donim e.

El Elî di dawiya axaftina xwe de bang li misilman, rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li kêleka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

(fr)

ANHA