Li Kobanê çalakiyên şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî

Bi diruşma "Bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye, lê li dijî Kurdan rewa ye" gelek çalakî li Kobanê bi armanca şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin lidarxistin.

Li Kobanê çalakiyên şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî
Li Kobanê çalakiyên şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî
Li Kobanê çalakiyên şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî
Li Kobanê çalakiyên şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî
29 kanûn, 2022   16:18
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê li navçeya Qenayê ya Kobanê çalakiya konvedanê ya şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar xist. Di çalakiyê de bi sedan şêniyên rojavayê Kobanê amade bûn û piştgiriya xwe bi hêzên gerîlayan re nîşan da.

Li wir, berdevka li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Firyal Temê bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got: "Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî kesên parastina hebûna mirovan dikin sûceke dermirovî ye."

Firyal wiha domand: "Îro careke din dewleta Tirk a dagirker hovîtiya xwe îsbat kir û sicila xwe ya xwînrij a li dijî gelên bindest eşkere kir. Li dijî herêmên gerîlayan ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne, ev yek nîşaneya têkçûna wê bi destê hêzên gerîlayan e."

Firyal bêdengiya rêxistinên îdia dikin ku mirovî ne û îdiayên dewletên ku demokrat in şermezar kir û wiha pê de çû: "Careke din dualîteya navneteweyî di dan û standina bi gelên bindest re derket holê. Îro çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî tên bombebarankirin û hemû cîhanê bê deng e. Ev sûceke li dijî mirovahiyê bi giştî ye."

Çalakiya konvedanê berêvarê bi diruşmên "berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

EM Ê TOLA ŞEHÎDAN HILÎNIN Û DEWLETA TIRK A DAGIRKER TÊK BIBIN

Li aliyekî din Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî daxuyaniyek da.

Endama tevgerê Ahîn Eto li pêş navenda Meclisa navçeya Taşlûkê ya rojhilatê Kobanê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayî têk çû, li dijî hêzên gerîla çekên kîmyewî bi kar anî.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker a destpêkê û dawî gelên resen ên li herêmê têk bibe da ku planên xwe pêk bîne.

Di dawiyê de ciwanan soza tolhildanê da.

(fr)

ANHA