Dibistana Şanoyê 3 peyamên biçûk li Qamişlo da

Di çarçoveya çalakiyên “Dibistana Şanoyê” de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo şanoyek hate pêşandan. Listikvanên şanoyê ku piraniya wan zarok in, di wê şanoyê de gelek peyam da.

Dibistana Şanoyê 3 peyamên biçûk li Qamişlo da
29 kanûn, 2022   17:06
QAMIŞLO

Çalakiyên “Dibistana Şanoyê” berdwam in. Îro listikvanên Dibistana Şanoyê ku piraniya zarok in li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo şanoyek pêşanda.

Di şanoyê de zarokan peyamên wekî, feqîrtî-dewlemendî, başî-nebaşî û nêzîkatiya civakê ya bi nexweşan re nîşan dan.

Zarok di “Dibistana Şanoyê” de nêzî sê mehan li ser nermbûna fizîkî, deng, ziman, rewşa şanoyê û îşaretan a li gorî pîvanên akademîk tên perwerdekirin. Her wiha asta zarokan ji her alî ve, bi taybetî ji hêla hêza kesayetiya wan û sekna wan a li ser dikê ve tê şopandin û li gorî vê yekê perwerdekar projeyên mezûniyetê yên  ku şano û skeç tê de  hene pêşkêş dikin.

Piştî bidawîbûna şanoyê, belgeyên spasiyê ji koma şanoyê re hate dayîn.

(dg)

ANHA