Li Amûdê merasîmê bîranîna 17 şehîdan

Li navçeya Amûdê 17 cangoriyên azadiyê yên mehên Mijdar û Kanûnê hatin bi bîranîn.

Li Amûdê merasîmê bîranîna 17 şehîdan
Li Amûdê merasîmê bîranîna 17 şehîdan
Li Amûdê merasîmê bîranîna 17 şehîdan
Li Amûdê merasîmê bîranîna 17 şehîdan
Li Amûdê merasîmê bîranîna 17 şehîdan
29 kanûn, 2022   13:04
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê bi beşdarbûna bi sedan kesî merasîmê bîranîna 17 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê li Goristana Şehîd Îsmaîl li dar xist.

Di merasîm de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Dawê bal kişand ser rola şehîdan di pêkanîna ewlehiyê de û got: "Ji bo azad û serkeftinê em amade ne hîna şehîdan bidin."

Ebdulbaqî Dawê veguhertina Goristana Şehîdan a Serêkaniyê bo navenda perwerdekirina çeteyan şermezar kir û got, ev kiryar dûrî rêgezên mirovî û exlaqê ye.

 Dawê anî ziman ku sûc û kiryar îsrara wan a berxwedanê zêdetir dike û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Cîhan Hebîb û Hena Xalid nasnameyên 17 şehîdan xwendin.

Şehîdên hatin bibîranîn ev in: Gerîlayên HPGʹê Hewas Îbrahîm Sado, Cuma Mihemed, Ehmed Xorşîd, Xorşîd Silêman, Ehmed Hebîb, Hesen Ferhan, gerîlaya YJA Star Perîşan Mistefa, şervanên YPGʹê Zana Çolî, Ebulmuhsin Eryan, Îqab Taha, Egîd Yûsif, Feyad Feyad, şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Civan Şerîf, şervanên QSDʹê Mihemd Mihemed,  Tariq Hisên û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ezher Îzedîn û Ebdullah Mihemed.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA