Saziya Olî ya Kobanê: Êdî bes e ji tecrîdê re

Saziya Olî ya Kantona Kobanê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe li hemberî rêber Ocalan bi cih bînin.

Saziya Olî ya Kobanê: Êdî bes e ji tecrîdê re
29 kanûn, 2022   09:55
KOBANÊ

Saziya Olî ya Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Endama rêveber a saziyê Wehîde Sofî daxuyanî li Qada Şehîd Egîd xwend.

Di daxuyaniyê de saziyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, koçberkirina sivîlan, wêrankirina binesaziyê û ferzkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan bi sûcên li dijî mirovahiyê wesifand.

Saziyê bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û Desteya Oldarên Misilman a Cîhanê kir ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî bînin cih, fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin û hesabê ji berpirsên wan sûcan bipirsin.

Di dawiya daxuyaniyê de saziyê bang li pêkhateyên herêmê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a faşîst bibin yek û dengê xwe li hember zordestan bilind bikin û bêjin “Êdî bes e zilm, wêrankirin, êdî bes e tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.”

(şx)

ANHA