‘Heta kujer hesab nedin doza Roboskiyê naqede’

Hevseroka giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan tev li bîranîna Roboskiyê bû û got "Heta ku kujer hesab bidin dê doza Roboskiyê neqede.”

‘Heta kujer hesab nedin doza Roboskiyê naqede’
28 kanûn, 2022   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, parlamenter û rêveberên HDP'ê tev li merasîma bîranîna Komkujiya Roboskiyê bûn. Merasîm li gundê Roboskiyê hate lidarxistin.

Di bîranînê de nûnerên gelek saziyan jî amade bûn. Pervîn Buldan di merasîmê de axîvî û wiha got: "Em careke din sersaxiyê ji malbat û xizmên 34 mirovên xwe yên li Roboskiyê jiyana xwe ji dest da, ji gelê xwe re dixwazin. Tevî ku 11 sal di ser re derbas bûne jî lêpirsîneke xurt nehatiye kirin, kiryar nehatine eşkerekirin. Ev yek ji bo Tirkiyekê şermeke mezin e. Di heman demê de birîneke kûr e.”

Buldan diyar kir ku yên ferman dane û komkujî kirine eşkere ne û got: "Yekane tişta ku li holê nîne edalet û hiqûq e. Em bi zîhniyeteke welê re rû bi rû ne ku yên divê hesab bidin êrişî yên hesab dipirsin, dikin. Mejiyê ku sîle li Ferhat Encu xist û yê ku li Roboskiyê bombe li 34 mirovan barand heman mejî ye."

Buldan diyar kir ku ev doz wê neqede û got: "Heta ku kiryar hesabê bidin, heta ku yên ferman dane û berpirsyarên vê komkujiyê hesabê bidin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ev birîn birîna me hemûyan e, êş êşa me hemûyan e. Ev birîn heta ku edalet bi cih neyê wê neyê girtin. Em careke din dibêjin ku bi malbatên qurbaniyan re, li pişt vê têkoşîna gelê xwe ne."