Şêniyên Hesekê şehîd Samir El Elî oxir kir

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Samir Mihemed El Elî oxir kir.

Şêniyên Hesekê şehîd Samir El Elî oxir kir
28 kanûn, 2022   12:11
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên katnona Hesekê beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Samir Mihemed El Elî ya li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê bûn.

Şehîd Samir Mihemed El Elî di 26`ê Kanûnê de, dema erka xwe ya leşkeri Li Dêrazorê pêk dianî, şehîd bibû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbetên Şehîdan a Hesekê Bedrî Hewale axivî û ji malbeta şehîd re sersaxî xwest.

Hewale got: "Van şehîdan ji bo em bi rûmet û aştî bijîn canê xwe feda kirin, her wiha çiqas em behsa şehîdan bikin jî em nikarin mafên wan bidinê, ji ber  ku wan destanên lehengiyê yên mezin ji bo  xatirê gelên herêma xwe nivîsandin."  

Endamê Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Ebdusetar Ehmed got: "Bi saya fedekariya van şehîdên me mezintirîn rêxistina terorîst têk bir û ewlehî  li Bakur û Rojhilat Sûriyê pêk hat."

Ehmed di dewama axaftina xwe de soza şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê û rizgarkirina tevahî xakên dagirkirîî da.

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Guljîn Ehmê wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

ANHA