Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişa DAIŞ’ê şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişa çeteyên DAIŞʹê ya li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê şermezar kir.

Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişa DAIŞ’ê şermezar kir
28 kanûn, 2022   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên duh ên çeteyên DAIŞʹê yên li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Diriya ya Reqayê û girtîgeha çeteyan a li bajar şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hejmarek kesên xwekuj hewl da derbasî navendê bibin. Lê hêzên me bi lehengî bersiv da û nehişt ku xwekuj bigihêjin armancên xwe. Di encama bersivdanê de terorîstek hat kuştin û yekî din ku mayîn li xwe pêçandibû, hat girtin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êriş hemwextî êrişên dewleta Tirk û gefên wê yên êrişên bejahî li ser herêmê hatin kirin û hate gotin dewleta Tirk hewl dide DAIŞ’ê zindî bike.

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi domdarî got: "Tevgera vê demê ya şaneyê  nîşaneyeke zelal a hedefgirtina herêmên di aliyê hundirîn û derve de ye. Bi balafirên xwe û hemû cûreyên şerê taybet nikarîn îradeya me bişkînin, ji ber vê yekê hewl didin ewlehiya herêmên me xirab bikin."

Kombûna Jinan a Zenûbiya sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha bi dawî kir: "Em deyndarên şehîdên xwe ne. Şehîdan gel, xak û rûmeta wê parastin."

ANHA