YPJ paneleke online li ser girîngiya yekitiya neteweyî li dar dixe

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya YPJʹê îşev bi navê “Rola jinan di sepandina rêgezên yekitiya neteweyî de wek girîngiyeke stratejîk ji bo parastina gelê Kurd" panelek online li dar dixe.

YPJ paneleke online li ser girîngiya yekitiya neteweyî li dar dixe
28 kanûn, 2022   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Fermandariya Giştî ya QSD û YPJʹê Newroz Ehmed, hevseroka KNKʹê Zeyneb Murad, hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên, parlamentera HDPʹê Feleknas Uca, hevseroka PYDʹê Asya Ebdullah û berpirsa Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a KJARʹê Rozerîn Kemanger tev li panelê dibin.

Panel ji aliyê nûnera Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd ve tê birêvebirin. Panel îro bi rêya online saet di 19:00ʹan de li gorî dema Sûriyê tê lidarxistin û dê li ser rûpela Youtubê ya YPJʹê bê weşandin.

ANHA