​​​​​​​Dagirkeran goristana şehîdan kir navendeke leşkerî

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ya dagirkirî veguherandiye navendeke leşkerî.

​​​​​​​Dagirkeran goristana şehîdan kir navendeke leşkerî
28 kanûn, 2022   08:57
HESEKÊ

Di wêneyan de ku malperên çeteyên dewleta Tirk a dagirker parve kirine, xuya dibe ku dagirkeran Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ya dagirkerî kir nuqteyek ji bo perwerdekirina çeteyan.

Li gorî agahiyên ku ji Serêkaniyê hatine girtin, çeteyên ‘Firqet El Mutesim’ ya ku goristana li taxa Zerdeşt dagir kirine, goristan kir cihekî perwerdekirina çeteyên xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Tebaxa 2020ʹî de êrişî Goristana Şehîdan a Serêkaniyê kir û rûxand.

Goristana ku firehiya wê 18 donim e, Gulana 2018ʹan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê ve hatibû avakirin.

ANHA