Mamosteyên Zanîngeha Rojava: Tecrîd dê bi têkoşîna civakê bê şikandin

Mamostayên Zaningeha Rojava tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û got “Ger em wek gelê Kurd vê tecrîdê bişikînin, divê em xwe bi rê ve bibin û bi rêxistin bikin, ji bo ku em bigihijên mafên xwe, ev her du rê pêwîst in.”

Mamosteyên Zanîngeha Rojava: Tecrîd dê bi têkoşîna civakê bê şikandin
27 kanûn, 2022   09:12
QAMIŞLO

Rêber Abdullah Ocalan ku 15'ê Sibata 1999'an li paytexta Kenyayê Naîrobiyê bi komployeke navneteweyî hate revandin û dîl hate girtin, 23 salên dîlgirtinê yên li girava Îmraliyê li pey xwe hişt. Berxwedan û çalakiyên gelê Kurd û gelê herêmê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî heta roja îro dewam dikin. Herî dawî 25'ê Adara 2021'ê agahî ji rewşa êber Ocalan hate girtin û di heman demê de rejîma Tirk a faşîst a AKP-MHP'ê ku ji bo tecrîd û îzolasyona li ser rêber Ocalan dewam bike, çi jê hat di sala 2022'yan de jî kir.

Bi rejîma îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê re dewleta Tirk hemû mafên qanûnî yên rêber Abdullah Ocalan jê standine. Tevî vê yekê jî bi 'cezayên dîsîplînê' ku tê wateya tecrîda di nava tecrîdê de, kiryareke li dijî mirovahiyê heta roja îro didomîne. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî 18'ê Cotmehê ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da û hîn bûn ku 21'ê Cotmehê cezayekî nû yê ji bo 6 mehan ê qedexeya hevdîtinê li rêber Ocalan hatiye birîn.

Der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de mamostayên Zanîngeha Rojava ji ajansa me re axivîn.

Mamostayê civaknasiyê yê li Zaningeha Rojava Xelîl Hisên der barê pergala tecrîdê de wiha got: “Siyaseta tecrîdê di netewperestiyê de tê bi kar anîn, piştî şerê cîhanê yê duyemîn tecrîd li ser gelan xurt bû û dikeve asta qirkirina gelan de. Heta em dikarin bêjin di encama vê hişmendiyê de pêşengên gelê Kurd hatine darve kirin û ev siyaset pêşnakeve. Ji ber ku gel bi nirxê xwe, xwe ava kirine û nayên tûnekirin.” 

Li ser heman mijarê mamosta Xelîl Hisên da zanîn ku taybetmendiya rêber Abdullah Ocalan ne wekî pêşengekî neteweyî ye, fikir û felsefeya wî ji bo rêya çareseriya hemû gelên cîhanê ye. Pêşengên ku di nav şoreşê de mane rêya rast ji gelan re diyar dikin, rêber Ocalan hişt ku gelê bin dest bi azadî bijîn û got: “Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. Tecrîda li ser Rêbertî gelê Kurd di nav de ye, dixwazin di şexsê Rêbertî de vîna gelan tune bikin û tecrîdê girantir bikin. Ger em wek gelê Kurd vê tecrîdê bişikînin, divê em xwe bi rê ve bibin û bi rêxistin bikin.”

Her wisa mamosteya Zanîngeha Rojava Sorgul Ebdulselam ji bo tecrîda li ser rêber Ocalan wiha got: “Bi tecrîda li ser Rêbertî, hemû gelê Rojhilata Navîn tê hedef girtin. Armanca tecrîdê, fikir û felsefeya Rêbertî tune kirine. Di 1999’an de li qada Îtalya de beriya ku Rêbertî were girtin, wiha gotibû; ‘Ev bû 20 sal em bi hev re ne, têra we dike û hûn dikarin têkoşîna xwe dewam bikin.’ 

Sorgul Ebdulselam di dawiyê de got: “Fikrê neteweya demokratîk di Zanîngeha Rojava de tê dayîn, di Rojhilata Navîn de wek mînak li bajarê Misir pirtûkxaneyek bi navê rêber Ocalan hat vekirin. Em her tim hewl didin hedefa vê tecrîdê ji raya giştî re bidin diyarkirin, em wek gel bi fikrên Rêbertî mezin bûne û em ê her tim bi fikir û felsefeya rêber Apo xwendekarên xwe perwerde bikin.”

ANHA