Sûcdarê Komkujiya Parîsê hat girtin

Dozgeriya Parîsê bi hiceta tenduristiya derûniyê, biryara destgîrkirinê ya der barê kujer Wîllîam M. rakiribû. Kujer Wîllîam bi sûcê “hedefgirtina nijadekê, kuştina bi saîqên nijadperestî, hewldana ji bo kuştinê û peydakirina çeka bêruxset" hat girtin.

Sûcdarê Komkujiya Parîsê hat girtin
26 kanûn, 2022   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF`ê kujer Wîllîam M. 23’ê Kanûnê bi çek êriş Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Taxa Strasboûrg Saînt Denis a li paytexta Fransa Parîsê, kir û Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil şehîd xist. Kujer Wîllîam M. derket pêşberî dadgeh.

ANF`ê diyar kir ku Willim M., bi sûcê “kuştina sêwirandî, hedefgirtina nijadekê, kuştina bi saîqên nijadperestî, hewldana ji bo kuştinê û peydakirina çeka bêruxset” hat girtin.

DERBARÊ DOZGER Û KUJER WÊ DOZ BÊ VEKIRIN

ANF`ê bi bîr xist ku dema kujer cara destpêkê hat destgîrkirin, di çarçoveya sûcên “Sûîqast, ketina hewla sûîqastê, şîdeta bi çek a zanebûn û binpêkirina qanûnên têkildarî çekan” de, dihat darizandin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê û parêzerê malbatên Emîne Kara, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ên hatin şehîdxistin, Davîd Andîc bertek nîşanî sûcên ji bo kujer hatine diyarkirin, da û got ku doz siyasî ye, ew qebûl nakin ku dadgeh komkujiyê di çarçoveya sûcên edlî de bigre dest.

Civaka Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û malbata Mîr Perwer ê hatî şehîdxistin, der barê Dozgeriya Parîsê ku îdia dike komkujî bi saîqên nijadperestî hatiye kirin û kujer de, doz vekir.

Malbatên Emîne Kara û Abdûrrahman Kizil jî wê sibe bi rêya parêzerên xwe, ji bo darizandina “Ne edlî ye, kuştina siyasî ye” hem der barê Dozgeriya Parîsê û hem jî faîl de, doz vekin.

Hat zanîn ku malbatên kesên hatine şehîdxistin, dê sibe cenazeyan teşhîs bikin.