PANORAMA 2022 - 8

PANORAMA 2022 - 8
27 kanûn, 2022   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê di 2022′yan de nexweşxane û navendên tenduristiyê vekirin, di heman demê de şaredariyên gel projeyên qîrkirina zêdetirî 400 kîlometere ji rêyan û projeyên din xebitî ku destkeftiyên mezin tên hesibandin.

Di 2022′yan de Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşxistina aliyên tenduristî û şaredariyan kedên mezin dan. Di wan projeyan de xizmetî welatiyan kir û barên wan sivik kirin.

Ruxmî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber û dorpêça li dijî herêmê, Desteyên Tenduristî, Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê projeyên mezin pêk anîn.

DESTEYA TENDURISTIYÊ NEXWEŞXANE AVA KIRIN, BEŞ AKTÎFKIRIN Û NAVENDÊN TENDURISTIYÊ VEKIRIN

Di 26′ê Gulana 2022′yan de, Desteya Tenduristiyê û Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Nexweşxaneya Hecînê ya Giştî vekir û hemû beşên wê ava kirin.

Komîteya Tenduristiyê di Tîrmehê de li Tebqayê navendeke tenduristiyê li taxa yekemîn a bajêr vekir, tê de beşên jin, hundirîn, dil, zarok, nexweşiyên çermê, navenda aşlekirin û amabulance, dermanxane vekirin ku bê pere xizmetî welatiyan dike.

Di Tebaxê de, Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê beşa zarokan a li Nexweşxaneya Wetenî ji nû ve sererast kir û tê de 80 text, 40 dayîngeh ji zarokên pitik re, 12 hawiz ji zarokên di wexta xwe de nebûne, odeya nûjdarî û odeya baldariyê hene.

Di Îlonê de, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê alava parçekirina kevirê gurçikan ji nû ve xist xizmetê û piştî alava li Qamişloyê bû alava duyemîn.

Di 11′yê Cotmehê de, Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê, yekemîn kargeha oksojîna tibî li Qamişloyê bi enerjiya heta 300 cere di rojekê de vekir.

Di 26′ê Cotmehê de, Desteya Tenduristiyê Nexweşxaneya Şedadê vekir. Ew nexweşxane xizmetî zêdetirî 500 gundan dike ku tê de nêzî 300 hezar şênî hene. Li herêma başûrê Hesekê heta bi bakurê Dêrazorê ew nexweşxaneya giştî ya yekemîn e.

Di 26′ê Cotmehê de, Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Nexweşxaneya Taybet a zarokan li bajêr vekir.

Di 2022′yan de Nexweşxaneya Giştî ya Firatê ya li bajarokê Hemamê yê rojhilatê Dêrazorê gelek emeliyet çêkirin, ji bilî dil û hestî. Lê destpêkê anku par tenê karên ambulance û dermankirina şewatan dikir.

Di 19′ê Kanûnê de, Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê ragihand ku dest bi xebatên avakirina nexweşxaneya giştî li Kobanê kir, her wiha ew xebat li gorî du qonaxan di sal û nîvekê de dê bi dawî be û kapasîteya nexweşxaneyê 180 text e.

SERDAN Û KONGREYÊN JI BO PÊŞXISTINA REWŞA TENDURISTIYÊ

Di 5′ê Adara 2022′yan de Desteya Tenduristiyê kongreya xwe ya yekemîn bi diruşma "Bi hev re ber bi civakeke tendurist ve" li dar xist û bi encamnameyan bi dawî bû ku xebata saktora tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê geş bike.

Di 16′ê Îlonê de, Desteya Tenduristiyê kongreya duyemîn a nexweşî û nûjdariya dil li dar xist, tê de zêdetirî 50 bijîşk amade bûn. Di kongreyê de li ser pêşxistina zanist û tibê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina civakeke tendurist li herêmê hate nîqaşkirin.

Di Mijdara 2022′yan de bi vexwendina fermî ji Wezareta Karên Derve ya Îtalya şandeyek ji Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana berpirsa tenduristiya cîhanê li herêma Tuscany a Îtalya kir.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI DIJÎ NAVENDÊN TENDURISTIYÊ

Bi berdewama êrişên dewleta Tirk a dagirker navendên tenduristiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekser hatin hedefgirtin û ketin xana sûcên şer.

Artêşa Tirk a dagirker gelek caran derdora Nexweşxaneya Koronayê ya li Qamişloyê topbaran kir.

Di şeva 19-20′ê Mijdarê de, Nexweşxaneya Koronayê ya li Meştenûrê ya li Kobanê ji hêla balafirên dewleta Tirk a dagirker bi temamî hate wêrankirin. Her wiha piştî kêmbûna koronayê dihat payîn ew nexweşxane veguhere nexweşxaneya zarokan.

Di 28′ê Mijdara 2022′yan de artêşa Tirk a dagirker yekser navendeke tenduristiyê ya li gundê Qeremoxê yê li rojhilatê Kobanê hedef girt.

AVAKIRINA SÎSTEMEKE TENDURISTIYÊ KU BINYADA WÊ HATIBÛ WÊRANKIRIN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got: "Me di 2022′yan de girîngî da avakirina sîstemeke tenduristiyê ku binyada wê hatiye wêrankirin û armanca bingehîn ew e ku xwe bigihînin civakeke tendurist û saktoreke tenduristiyê ya birêxistinkirî."

Mistefa diyar kir ku wan hewl da pêdiviyên herêmên zêde zirar dîtine peyda bikin, mîna navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan.

Mistefa destnîşan kir ku tecrûbeya têkoşîna li hember nexweşxiya Korona û pandemiya Kolerayê astengiyeke mezin bû lê rewş hate kontrolkirin.

Mistefa wiha pê de çû: "Em ê di 2023′yan de girîngiyê bidin aktîfkirina pergala awarte li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi yek sîtemê ve were girêdan. Her wiha qanûnên tenduristiyê deynin ku xebata tenduristiyê bi rêxistin be, nexweşxane, navendên tenduristiyê ava bikin û beşên cuda aktîf bikin."

DESTKEFTIYÊN MEZIN ÊN DESTEYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ Û JÎNGEHÊ

Desteya Rêvebeiryên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2022′yan de hewl da ku xebatên xizmetguzariyê ji welatiyan re pêşkêş bike û dest bi projeyên mezin bike.

Yekemîn xebatên desteyê yên îsal, temamkirina qonaxa duyemîn a qîrkirina rêya Selam (Ebyed) a ji Hesekê heta bi Reqayê bi dirêjahiya 155 kîlometre, kêmberiya 8 metre û qalindbûna 10 cm ye.

Her wiha rêya di navbera gundê Beko yê li bakurê Hesekê û rêya M4 (Rêya Hesekê-Qamişlo) bi dirêjahiya 16 kîlometre û kêmberya 9 metreyan hate qîrkirin.

Her wiha Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê rêya Um Cilod ê Minbicê bi dirêjahiya 14 kîlometre û kêmberiya 8 metreyan qîr kir.

Ji wê zêdetir rêya Til Semin-Hezîme ya li bakurê Reqayê bi dirêjahiya 12 kîlometre û kêmberiya 7 metreyan û 10 cm hate qîrkirin.

Bi armanca sivikkirina qerabelixa trafîkê li Reqa û rojhilatê wê, Desteya Rêveberiyên Herêmî û JÎngehê rêya Marode ya li rojhilatê bajêr a ber bi Til Semin ê bakurê Reqayê ve qîr kir. Ew rê ji bo erebeyên giran û tankarên petrolê ye. Rê bi dirêjahiya 34 kîlometre û qalindbûna 5 cm e hate qîrkirin.

Di Tebaxê de Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê projeya avakirina rêyan ragihand. Her wiha dest bi avakirina rêya nû ya li bajar û bajarokan a li xeta bajarên Dêrik û Qamişloyê bi dirêjahiya 100 kîlometre kir. Ew rê xizmetî zêdetirî 500 gundî dike û navgîna di navbera Sêmalka û bajarên herêma Cizîrê de ye.

Her wiha rêya Muheleq a li rojhilatê Hesekê bi dirêjahiya 10 kîlometre bi mîqdara 21 hezar metrekab qîr kir ku erebeyên mezin di derveyî bajêr re derbas bin.

Li gel projeyên qîrkirinê, şaredariyên gel ên li bajar, bajarok, navçe û gundên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek xebatên qîrkirin, sererastkirina rêyan û restorakirina zêdetirî 100 kîlometre ji torên kanalîzasyonan pêk anîn.

Di projeyên qîrkirinê yên 2022′yan de, şaredariyên gel zêdetirî 425 hezar metrekab ji qîrê xerc kir

Tê payîn hemû projeyên qîrkirina rêyên ji ber zivistanê hatine sekinandin, werin temamkirin û projeyên nû yên 2023′yan dest pê bikin.

PROJEYÊN RONÎKIRINÊ

Di 26′ê Tebaxê de, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê ragihand ku projeya ronîkirina Qamişlo û Hesekê piştî xebata 4 mehan, bi dawî kir.

Li Qamişloyê, stûnên ronîkirinê li aliyên rojavayê bajêr, ji çerxerêya Osman Serbrî heta bi benda kontrolê ya Şehîd Sumeye ya li taxa Hîlaliyê ve hatin dayîn. Ew stûn li ser dirêjahiya 2,5 kîlometre hatin danîn. Li aliyê rojhilatê bajêr jî stûrnên ronîkirinê ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst heta bi çatrêya taxa Elaya bi dirêjahiya 2,5 kîlometre hatin danîn.

Li Hesekê jî, stûnên ronîkirinê ji Çerxerêya Panorama heta bi pira Xiwêran bi dirêjahiya 3,5 kîlometre hatin danîn û ji Çerxerêya Cûdî heta bi Çerxerêya Kelasê bi dirêjahiya 800 metre stûn hatin danîn.

PROJEYA MEZINTIRÎN PARKA LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Di 5′ê Mijdara 2022′yan de Şaredariya Gel a Hesekê bi desteka Daîreya Pîşeyî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê dest bi projeya mezintirîn parka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Park bi rûbera 45 donim e.

Ev park li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya herî mezin e. Lê halê hazir parka herî mezin parka giştî ya li Reqayê ye ku  22 donim e.

Tê payîn xebatên avakirina parkê destpêka Nîsana 2023′yan bi dawî bin.

PIRE

Li Hesekê, desteyê dest bi avakirina pira li rex pira Bêrûtî ya li bajêr di dawiya Îlonê de kir, da ku zextê ji ser pira Bêrûtî rake û da ku bibe navgîna di nava taxên başûr û navîn ên Hesekê de be.

Dirêjahihya pirê 35 metre û kêmberiya wê 8 metre ye.

Di 7′ê Cotmehê de, desteyê ragihand ku dest bi projeya sererastkirina pira Reqayê ya nû ′Reşîd′ kir. Ev pir navgîna di navbera bajêr û gundên başûrê de ye. Tê payîn xebat salekê dewam bikin.

Di 2022′yan de projeya parzûngeha beytûmina rohn li Hesekê hate aktîfkirin, bi wê re madeyên binghîn ên ziftê hatin dabînkirin. Vê kargehê roleke mezin di ziftkirina gelek rêya de lîst. Kargehê, zêdetirî 25 ton beytûmin ji rêveberiyên sivîl û xweser re pêşkêş kir.

(fr)

ANHA