​​​​​​​Desteya Hundirîn bi boneya sersalê tedbîr ragihandin

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi boneya sersalê gelek tedbîr ji bo parastina welatiyan ragihandin.

​​​​​​​Desteya Hundirîn bi boneya sersalê tedbîr ragihandin
26 kanûn, 2022   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro belavoka /10/ bi boneya sersalê ragihand û tê de wiha hat gotin:

“Em cejna sersalê li tevahî gel pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejin tijî kêfxweşî û ewlehî be.

Têkildarî wê divê şênî bi tedbîrên şahiya sersalê pabend bin

1-Ketina kemyon û sahrîcan ji roja carseme 28.12.2022'an seat 06:00`ab heta duseme 02.01.2023'an seat 06:00`an nav bajarok û bajaran qedexe ye.

2-Gera bi matorsîklêtan bi hemû cureyan tevî yên leşkerî ji roja carşemê 28.12.2022'an seat 06:00`an heta duşemê 02.01.2023'an seat 06:00`an qedexe ye.

3-Têkildarî dergehan, tevgera tevahî erebe û otobus, ji bilî rewşên mirovî  wê ji roja carşemê 28.12.2022'an seat 06:00`an heta duşemê 02.01.2023'an seat 06:00`an werin rawestandin.

4-Qedexe ye ku welatî, hêzên leşkerî û ewlekarî guleyan bavêjin.

(dm)