​​​​​​​Şêniyên Tebqayê 33 şehîd bi bîr anîn

Şêniyên Tebqayê 33 şehîdên ku di mehên Mijdar û Kanûnê de li cih û salên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn û piştrast kir ku ew ê destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.

​​​​​​​Şêniyên Tebqayê 33 şehîd bi bîr anîn
26 kanûn, 2022   16:22
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 33 şehîdên ku di mehên Mijdar û Kanûnê yên salên cuda de şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn.

/ar/uploads/files/2022/12/26/130649_fwzh-almhmd.webp

Malbatên Şehîdan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokrat, meclisên leşkerî û partiyên siyasî yên Tebqayê li merasîmê hazir bûn. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Mensûra Fewze El Mihemed diyar kir ku gef û êriş û komkujiyên ku dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên biçek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, armanc jê ew e ku destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.

Fewza El Mihemed piştrast kir ku ew ê rêya şehîdan bişopînin heta ku axa xwe ji dewleta Tirk rizgar bikin.

/ar/uploads/files/2022/12/26/130624_abd-alazyz-almhmd.webp

Berdevkê Meclisa Tebqayê ya Leşkerî Seqir El Mihemed diyar kir ku ew di şexsa van şehîdan de tevahî şehîdên azadî û rûmetê bi bîr tînin.

Seqir El Mihemed piştrast kir ku wan bi ruhê şehîdan û fikrê rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Cîgirê hevseroketiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Ebdulezîz El Esker destnîşan kir ku xwîna tevahî pêkhateyên herêmê di şerê azadiyê de tevlî hev bû.

El Esker soz da şehîdan ku rêya wan bişopînin heta ku axa xwe ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin û aşitiyê belav bikin.

Merasîm bi pêşandana sînevzyoneke li ser şehîdan bi dawî bû.

(dm)

ANHA