Li Kampa El Erîşe ji ber agir bi konê wan ket 2 zarok mirin

Agir bi kampa El Erîşe ya gundewarê başûrê Hesekê ket û di encamê de zarokek biçûk û birayê wê mirin.

Li Kampa El Erîşe ji ber agir bi konê wan ket 2 zarok mirin
26 kanûn, 2022   19:05
HESEKÊ

Ji ber ku sobeya gazê teqiya, agir bi konê malbatekê ket ku ji Dêrazorê koçber bûye û li kampa El Erîşe ya gundewarên başûrê Hesekê dimîne.

Li gorî agahiyan, tevî ku tîma tenduristiyê ya Hevya Sor a Kurd ya li kampê, destwerdan kir zarokê 5 mehî û birayê wê yê salnivî mirin.

Tîma agirkujê yekser agir vemirandin ji bo ku derbasî konek din nebe.

Hêjyaî gotinê ye ku kampa El Erîşe sala 2017'an hat avakirin, tê de 2 hezar û 939 malbat hene ku ji deverên cuda yên Sûriyê koçber bûne.

(dm)

ANHA