​​​​​​​Ciwanên Herêma Firatê hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn

Ciwanên Herêma Firat salvegera yekemîn a şehadeta 6 hevalên xwe ku di encama bombebarana balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kobanê, bi bîr anîn û soza tolihldana xwîna şehîdan da.

​​​​​​​Ciwanên Herêma Firatê hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn
26 kanûn, 2022   16:16
KOABNÊ

Merasîma bîranîna şehîd Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê  Rojîn Ehmed Îsa, Morhef Xelîl Ibrahîm, Welîd Mihemed Menla Hisên û Mesûd Ibrahîm ku di 25'ê Kanûna sala borî de li Kobanê di encama bombebarana balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, li hola sînemayê ya Kobanê hat lidarxistin.

Mûm li pêşiya wêneyên wan hatin vêxistin, paşê berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî ya Herêma Firatê Ehmed Derwîş axivî û soza tolihldana hevalên xwe yên şehîd da.

Ehmed Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk dizane ku ciwan şoreşa Rojava bi rê ve dibin û tevahî planên wê têk dibin, ji ber vê yekê wan dike hedef. Her wiha piştrast kir ku ew ciwanên rêber Abdullah Ocalan in û fikr û felsefeya wî dişopînin û amede ne ku têbikoşin heta ku gelê xwe azad bikin.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî ya Minbicê Ehmed El Cibêlî destnîşan kir ku ciwanan serî netewand, lê belê şer kir, têkoşiyan û armancên xwe pêk anîn, dewleta Tirk jî ev yek qebûl nekir.

Ehmed El Cibêlî piştrast kir ku fikra rêber Abdullah Ocalan rêya xelasbûna ji pergala kaptalîst e ku bi hemû rêbazan şerê gelê herêmê dike.

Di dawiya merasîma de sînevzyona li ser jiyan û têkoşîna wan şehîdan di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî de hat pêşandan.

(dm)