​​​​​​​Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa DAIŞ`ê ya li Reqayê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku êrişa xetere û ya domdar a hemwextî betlaneya Cejna Noelê pêk hatî, diyar dike ku hewldanên kirêt ên DAIŞ`ê û piştevanên wê hene ku ewlehiya herêmê têk bibin û sûcan pêk bînin. Hêzê ragihand ku wê dest bi hemleyên lêgerînê yên berfireh kiriye da ku şaneyên çeteyên bigirin.

​​​​​​​Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa DAIŞ`ê ya li Reqayê
26 kanûn, 2022   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-kantona Reqayê têkildarî êrişa şaneya çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Diriyê ya Reqayê daxuyaniyek da û tê got:

“Hemwextê betlaneya Cejna Noelê û Rojbûna Îsa Mesîh, şaneyên terorîst ên DAIŞ`ê vê sibê saet di 11:00`an de êriş navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Diriyê ya Reqayê û navenda ragirtina çeteyên DAIŞ`ê kir. Gelek çeteyên xwekuj hewl dan derbasî navendê bibin, lê ji ber ku hêz û şervanên me baldar bûn nehiştin çete bigihêjin nuqeteya hedefgirtî. Pê re ketin pevçûnê û di encamê de 2 çete hatin kuştin, yek din hat girtin ku kembereke teqemeniyê li xwe girê dabû. Yên din jî ber bi taxên nêzî navendê ve reviyan.

Hêzên me û bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dest bi hemleyeke lêgerînê li taxên derdorê kir ku di encamê de 2 çeteyên din hatin girtin. Lê hemle hîna berdewam e.

Dema hêzên me êrişa çeteyan şikandin, 4 endamên hêzê û 2 şervanên QSD`ê piştî ku berxwedana bêhempa nîşan dan û plana terorîst a li ser navendê û taxên derdorê têk birin, şehîd bûn.

Ev êrişa terorîst a xetere û domdar, hemwextî betlaneya cejna Noelê û Rojbûna Îsa Mesîh pêk hatî, destnîşan dike ku hewldanên kirêt ên rêxistinê û piştevanên wê hene da ku ewlehiya herêmê têk bibin û sûcan pêk bînin. Lê berxwedana me ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê berdewam e. Di vê çarçoveyê de em radigihînin ku ji bo rêgirtina li pêşiya mîna van êrişên terorsît hemleyeke lêgerînê ya fireh li bajêr dest pê dikin. Di serî de em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re hevkar bin, dema tevgereke bi guman bibînin, yekser agahî bidin.”

(şx)

ANHA