`Komkujiya Parîsê ya duyemîn û rûreşiya  hikûmeta Feransa`

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li Hesekê û Meclisên Malbatên Şehîdan ên Tebqa, Eyn Îsa û Minbicê, komkujiya duyemîn  a Parîsê şermezar kirin û tekez kirin ku ev komkujî ji bo hikumeta Fransa rûreşiyeke.

`Komkujiya Parîsê ya duyemîn û rûreşiya  hikûmeta Feransa`
`Komkujiya Parîsê ya duyemîn û rûreşiya  hikûmeta Feransa`
`Komkujiya Parîsê ya duyemîn û rûreşiya  hikûmeta Feransa`
`Komkujiya Parîsê ya duyemîn û rûreşiya  hikûmeta Feransa`
`Komkujiya Parîsê ya duyemîn û rûreşiya  hikûmeta Feransa`
`Komkujiya Parîsê ya duyemîn û rûreşiya  hikûmeta Feransa`
`Komkujiya Parîsê ya duyemîn û rûreşiya  hikûmeta Feransa`
`Komkujiya Parîsê ya duyemîn û rûreşiya  hikûmeta Feransa`
26 kanûn, 2022   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nava çalakiyên şermezarkirina Komkujiya  duyemîn a Parîsê de, duh li bajarê Hesekê, Meclisa Malbatên Şehîdan çalakiya konvedanê li dar xist, êrişa ku di 23`ê vê mehê de li paytexta Fransa Parîsê li dijî Komeleya Çanda Kurd hatiye kirin, şermezar kir.

Îro endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, kesayetên welatparêz ên bajarê Hesekê û mamosteyên bajêr tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatme Elo axivî û wiha got: “Komkujiya duyemîn a  ku li Parîsê hatiye kirin, ne tenê li dijî gelê Kurd e, lê belê komkujiyeke li dijî mirovahiyê ye."

Li ser navê Kongra Star mamoste Meha Xelef axaftinek kir û diyar kir ku dewleta Fransa ya ku îdiaya demokrasiyê dike li ber çavên cîhanê du komkujî li bajarên wê pêk hatin û ev komkujî ji bo dewleta Feransa rûreşî ye."        

Biryar e ku îro danê êvarê çalakiyên kon bi pêşwazîkirina şandeyên saziyên sivîl û meclisên kantona Hesekê bi dawî bibe.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u0hW_TDNYes" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê di daxuyaniyekê de ku li Goristana Şehîdan a Tebqayê ji aliyê hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Hind Xelîl ve hatiye xwendin komkujiya Parîsê ya duyemîn hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker careke din di dîroka xwe xwîndar de sûcekî nû li dijî azadîxwazan pêk anî ku daxwaza azadî û biratiya gelan dikin.

Di daxuyaniyê de bang li kesên têkildar, parêzvanên mafên mirovan û dewleta Fransayê hat kirin ku lêkolînan bikin û ji ber sûcên dewleta Tirk ên li dijî çalakger û welatparêzan hesabê jê bipirsin.

EYN ÎSA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t-3JXXXpQk4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Eyn Îsayê jî bi daxuyaniyekê ku ji aliyê endama meclîsê Nûra El-Hisên ve hat xwendin hate şermezar kirin. Bi dehan malbatên şehîdan ên navçeyê û endamên saziyên Girê Spî, tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de "îdiayên dewleta Fransayê ku sûcdar di aliyê derûnî de nexweş e" hatin şermezarkirin û hat gotin: "Bi van îdiayan sûcê bi armanca tunekirina çanda kurdî vedişêre."

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Fransayê hat kirin ku lêpirsînê berdewa bike da ku aliyê berpirsê sûcê eşkere bike û radestî dadgehê bike.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/98ro2DxZE-s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê û gundewarê wê bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El-Zahêr ve li ber avahiya meclisê ya li navenda bajêr hatiye xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev komkujî berdewamiya tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e. Komkujiya yekemîn jî di sala 2013'an de li Parîsê li dijî her sê jinên têkoşer Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şayîlmez pêk hat."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst li Ewropayê nexasim li Fransayê, bi hedefgirtina çalakvanên Kurd ên ku bi demokrasî, jiyana hevbeş û azadiya jinan bawer dikin, dixwaze di navbera Kurdan û hikûmeta Fransayê de nakokî derkevin.

ANHA