​​​​​​​Di êrişa DAIŞ`ê de 6 endamên hêzên ewlehiyê şehîd bûn

Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser Elî Heco ragihand ku di êrişa DAIŞ`ê ya li Reqayê de 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî şehîd bûne.

​​​​​​​Di êrişa DAIŞ`ê de 6 endamên hêzên ewlehiyê şehîd bûn
26 kanûn, 2022   11:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser re têkildarî êrişa şaneya DAIŞ’ê ya li Reqayê agahî dan.

Elî Heco ev agahî parve kirin: “Di encama têkbirina êrişa şaneya DAIŞ`ê de ya vê sibehê li rojavayê Reqayê, 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 şervanên hêzên leşkerî şehîd bûn. Hêzên Ewlekariyê ji bo girtina endamên şaneyê operasyona paqijiyê li herêmê didomînin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişê heta niha tu daxuyanî nedane.

(cx)