Artêşa dagirker li Serêkaniyê gelek dar birîn

Artêşa Tirk a dagirker li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî gelek dar birîn.

Artêşa dagirker li Serêkaniyê gelek dar birîn
26 kanûn, 2022   11:35
HESEKÊ

Îro sibehê, rêxistineke ku sûcên dewleta Tirk a dagirker belge dike, wêneyek parve kir ku tê de diyar dibe ku artêşa Tirk a dagirker gelek darên li Serêkaniyê ya dagirkirî birîne.

Wêneyê ku hat belavkirin, ê mezreyeke welatiyê bi navê Hac Omerî ye û li aliyê başûrê Serêkaniyê li pişt seyrangehên Mişwar û Sîrop dikeve.

Nûçeghanê me beriya dagirkirina Serêkaniyê di Cotmeha 2019`an de jî wêneyekî wê mezreyê kişandibû ku tê de pirbûna dar û berên li wir diyar dibû.

Ev ne sûcê yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê pêk tîne. Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiya herêmên dagirkirî de, bi sed hezaran welatî koçber kirin û li şûna wan çeteyên xwe bi cih kirin. Her wiha ew herêm ji bo DAIŞ'ê kirine stargeh.

ANHA