Rewşa birîndarekî topbarana dewleta Tirk a dagirker giran e

Rêveberê Nexweşxaneya Avîn Azad Reşo diyar kir ku rewşa birîndarekî topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Tinib, giran e û ji ber dorpêça hikûmeta Şamê û nebûna cîhazan û pêdiviyên tenduristiyê li Nexweşxaneya Avrîn, ew rakirine bajarê Helebê.

Rewşa birîndarekî topbarana dewleta Tirk a dagirker giran e
26 kanûn, 2022   11:03
 ŞEHBA

Duh (25`ê Kanûnê) artêşa Tirk a dagirker gundê Tinib ê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê topbaran kiribû, di encamê de zarokê bi navê Eseed Mihamêd (16) şehîd bibû û Xalid Şêx Taha (16) û Ehmed Mihamêd (18) birîndar bibûn. Birîndar rakiribûn nexweşxaneya Til Rifet û piştre biribûn Nexweşxaneya Avrîn a li kantona Şehbayê.

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Azad Reşo ji ajansa me re axivî û diyar kir ku rewşa birîndarekî (bêyî ku nasnameya wî diyar bike) giran e û ji ber nebûna cîhazan û pêdiviyên tendursitiyê li Nexweşxaneya Avrîn, ew rakirine bajarê Helebê.

Reşo da zanîn ku birîndarê din sivik birîndar bibû û piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hat derxistin.

Reşo destnîşan kir ku ji ber dorpêça Firqeya 4`an a girêdayî hikûmeta Şamê ku nehêle derman û pêdiviyên tenduristiyê bikevin kantona Şehbayê, wan nikarî birîndaran derman bikin.

Tê payîn ku cenazeyê şehîd Eseed Mihamêd îro bê oxirkirin.

ANHA