​​​​​​​Zarokê di êrişa dewleta dagirker de şehîd bibû hat oxirkirin

Koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê bi merasîmekê zarokê bi navê Eseed Mihamîd ê di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Tinib ê Şerayê de şehîd bibû, oxir kir.

​​​​​​​Zarokê di êrişa dewleta dagirker de şehîd bibû hat oxirkirin
26 kanûn, 2022   11:21
ŞEHBA

Şêniyên Efrînê îro ji bo oxirkirina zarok Eseed Mihamîd li pêşiya Naxweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê merasîmeke girseyî li dar xist. Tê payîn ku cenazeyê Eseed Mihamîd li gundê Tinibê bê veşartin.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nedêr Mislêm di merasîmê de axivî û got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar dikin. Duh jî li gundê Tinibê Eseed Mihemed şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbatê re dixwazin.”

Her wiha li ser navê rêveberiya navçeya Şerewa Wehîd Hemîdo jî axivî û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker her tim herêmê topbaran dike û zarokan dike hedef.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Artêşa Tirk a dagirker duh (25`ê Kanûnê) gundê Tinib ê navçeya Şera ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran kiribû. Di encamê de zarokê bi navê Eseed Mihamîd (16) şehîd bû û Xalid Şêx Taha (16) û Ehmed Mihamîd (18) birîndar bûn.

ANHA