​​​​​​​Şêniyên Efrînê komkujiya Parîsê şermezar kir

Şêniyên herêma Efrînê  bi meşekê komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê komkujiya Parîsê şermezar kir
25 kanûn, 2022   12:15
ŞEHBA

Bi pêşengiya Kongra Star, bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekê komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir.

Meş ji rêya gundê Maratê yê navçeya Ehdasê dest pê kir û li qada gund bi dawî bû.

Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyê hatin hildan û dirûşmên "Bimire faşîst", "Berxwedan jiyan e", "Gel wê bi berxwedanê gel  û "Jin, Jiyan, Azadî " hatin berzkirin.

Meşl li qada gund veguherî mîtîngê. Li ser navê Kongra Star Pelçîn Efrîn axivî û got: " 45 sal in Kurd têkoşîn dike û li ber xwe dide. Dijmin bi komkujiyan  tu carî nikare vîna gel bişkîne û gel tune bike. Wê gel her tim li ser piyan bin."

Pelçîn Efrîn bang li hikumeta Parîsê kir ku tev bigere, sûcdaran ceza bike û Kurdan biparêze.

Li ser navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Ciwan Hesen jî got, ne tenê Kurdên li Rojava, heman demê li tevahî cîhanê tên hedefkirin.

Hesen wiha pê de çû: " Dixwazin Kurdan di aliyê çandî, hunerî û wêjeyî de tune bikin. Di komkujiya Parîsê de hevalên me bûn armanc, em ê asta xebatên xwe yên hunerî xurt bikin."

Di dawiyê de jî li ser navê Rêveberiya Xweser a Efrînê Sibhî El Ehmed axivî û diyar kir ku sîxûrên dewleta Tirk a dagirker hewl didin çanda Kurd di şexsê her sê şehîdan dan têk bibin û careke hewl didin jinan sûîqast bikin.

El Ehmed bang li hikumeta Parîsê kir ku helwesta xwe li hember komkujiyên li dijî Kurdên li wir zelal bike û cezayên tund bide sûcdaran.

Mîtîng bi silogana ʹʹjin jiyan azadîʹʹ û ʹʹşehîd namirinʹʹ bi dawî bû.

(zş)

ANHA