​​​​​​​Hunermendên Efrînê Komkujiya Parîsê şermezar kir

Hunermendên Efrînê  Komkujiya Parîsê ya Duyemîn şermezar kir û bang li hikumeta Fransayê kir ku li hember komkujiyên li dijî Kurdan erkên xwe bi cih bîne.

​​​​​​​Hunermendên Efrînê Komkujiya Parîsê şermezar kir
25 kanûn, 2022   10:49
ŞEHBA

Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê li Hola Mîtan a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û  bi daxuyaniyekê Komkujiya Parîsê ya Duyemîn şermezar kir.

Endamê tevgerê Ciwan Hesen  daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, faşîzmek dixwaze rewşenbîr, hunermend, jin û jiyana hevbeş ji holê rake û ji milek din ve daxwaze destkefiyên Kurdan têk bibe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armancgirtina kesayetên hunermend û welatparêz li navenda Ahmed Kaya ya çandê pirsnîşanekê derdixe holê, ku AKPʹê ji peyam û erkmeniyên çandî û hunerî bi tirs e.

Tevgera Çand û Hunerê bang li hunermendan kir ku asta xebatên xwe yên hunerî xurt bikin û bi tundî komkujiya duyemîn şermezar dikin. Her wiha soza bilindkirina asta xebata hunerî da.

ANHA