Li Iraqê 8 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Gerînendetiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku li gel zêdebûna êrişên DAIŞ`ê yên li dijî herêmên cuda yên Iraqê, li 5 parêzgehan 8 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

Li Iraqê 8 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
25 kanûn, 2022   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê got: “Li gorî agahiyên îstîxbaratî yên beş û şaxên Fermandariya Operasyonên Besra, Meysan, Enbar, Firqeya 7`an, 10`an, 15`an û bi hevkariya îstîxbarat û hêzên girêdayî wan fermandariyan, kemînên qewîm li herêmên cuda yên parêzgehên navborî, danîn.ʹʹ

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin "Di çarçoveya wan operasyonan de, li eyaleta Qaîm, Tilefer, Keleha Salih, Hît, Mehmûdiye, Remadî û Medîne 8 terorîst hatine girtin .ʹʹ

(şx)