​​​​​​​KNKʹê Cejna Noelê li Xiristiyanan pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK'ê bi peyamekê Cejna Noelê li civaka Xiristiyan pîroz kir.

​​​​​​​KNKʹê Cejna Noelê li Xiristiyanan pîroz kir
25 kanûn, 2022   06:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya Cejna Noelê ya civaka Xiristiyan peyamek weşand.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"Rojabûyîna Îsa Mesîh di cîhana Mesîhiyê de rojeke pîroz e. Bi vê armancê 25'ê Kanûnê weke rojabûyîna Îsa Mesîh tê pîrozkirin. Rojên pîroz yên dînî, di hemû dînan de bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên giring bi coş û şahî û seremoniyên mezin li nav xwe û perêsgehên xwe de pîroz dikin.

Li Kurdistanê nifûseke zêde ya bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene û hevwelatiyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNK'ê de jî hevwelatiyên Mesîhî têne temsîlkirin.

Cejna Noelê nîzingê 2000 salane li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.

Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî de Noela Mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her derê cîhanê.ʹʹ